Jin dê li Qada Îstasyonê ji bo azadiyê biqîrin 2022-03-04 09:06:24 AMED - Xebatên ji bo mîtînga 8'ê Adarê ya li Qada Îstasyonê didmin. Jinan got: "Dema koletiyê qediya. Êdî dem dema têkoşîn û azadiyê ye. Em li bendê ne jin bi rengên xwe û tilîliyên xwe bên qadê."  Çalakiyên ji bo 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê yên ji aliyê Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîka  Gelan (HDP) û rêxistinên jinan ve çend roj berê dest pê kirin, didomin. Li Amedê jî bênavber xebatên ji bo 8'ê Adarê didomin. Di çarçoveya çalakiyan de dê belavok bên belavkirin, serdana malbatên di Nobeda Edaletê de bê kirin, meş û tûra bi duçerxeyan, haî û nîşandana fîlman bê lidarxistin. Di 8'ê Adarê roja sêşemê de jî, dê li Qada Îstasyonê mîtîngek mezin bê lidarxistin. Tê payin dê di mîtîngê de hunermend Îlkay Akkaya, Koma Sorjiyan û Ayfer Duzdaş derkevin ser dikê.    Jinên bênavber xebatên ji bo çalakiyan didomînin bang li hemû jinan kirin ku di 8'ê Adarê de tevli mîtîngê bibin.    Hevşaredara Erxeniyê Meryem Yildiz ku qeyûm tayinî şûna wê hatiye kirin, anî ziman ku her sal li gor ruhê demê dirûşmeyekê diyar dikin û dirûşmeya îsal jî "azadî" ye û got: "Sedema jî, polîtîkayên şerê taybet ên li Kurdistanê li hember jinan tên pêkanîn, polîtîkayên netewperest û zayendperest in."    DAXWAZÊN SEREKE   Yildiz, bilêv kir ku jin tevî hemû zext û zoriyan jî dev ji qadan û kuçeyan bernedane û dê di çalakiyên îsal bal bikişînin ser rewşa siyasetmedara girtî Aysel Tûglûk û girtiyên nexweş ên din jî. Yildiz, destnîşan kir ku daxwaza ji bo perwerdehiya zimanê zikmakî, tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û tecrîda li ser girtiyên din jî rojevên sereke yên çalakiyên wan ên îsal in û got: "Ji lew re civak bi temamî tê tecrîdkirin. Ev tecrîd, tenê bi Îmraliyê ne sînordarkirî ye."    FELSEFEYA OCALAN   Yildiz, bal kişand ser tecrîdê û got: "Ji lew re jinên kurd, tevgereke ku li dor felsefeya Birêz Ocalan bûne yek. Ev felsefe jî, felsefeya azadiya jinê ye. Birêz Ocalan li Îmraliyê tim digot, 'Rizgariya jinê projeya min a nîvcomayî ye.' Jin jî divê di vî warî de rêxistinbûyîna xw exurt bikin û xwe bigihînin hemû derdoran. Rizgariya jinê, tenê jiheqderketina ji zayendparêziyê ye. Di heman demê de têkoşîna ji bo jiyana jin û mêran a bi hev re ye. Felsefeyeke bi vî rengî ye."    Yildiz, bilêv kir ku ew wisa bawer dikin ku paradîgmaya bîrdoziya rizgariya jinê ya Ocalan, ji bo hemû jinên cîhanê bûye hêvî.    XEBATÊN JI BO MÎTÎNGÊ DIDOMIN   Yildiz, bibîr xist ku îsal çalakiyên xwe li bajarê Garîbez Gezerê dane destpêkirin û got: "Me belavok, amade kirin. Jinan li navçeyên Amedê xebatên xwe dan destpêkirin. Hevdîtinên me yên bi jinan re û serdanên me yên gundan didomin. Xwedîderketina li 8'ê Adarê, xwedî derketina li azadiya jinê, tunekirina zayendparêzî û faşîzmê û şikandina tecrîdê ye. Lewma em bê navber xebatên xwe didomînin. Em wisa bawer dikin ku dê mîtîngek pir xurt be. Em ê bi vê xwedîderketinê peyama xwe bidin pergalê. Me jinan hê gotina xwe ya dawî negotiye."    ‘EM Ê BANG LI KUJERÊN GEZERÊ BIKIN'   Hevseroka HDP'ê ya Navçeya Yenîşehîrê Remziye Sicizi destnîşan kir ku 8'ê Adarê roja berxwedanê ye. Sicizi, bilêv kir ku 8'ê Adarê ji bo jinan rojeke pir girîng e û got: "Em ê di 8'ê Adara îsal de bang li kujerên Garîbe Gezerê bikin. Em ê doza darizandina kujerên Denîz Poyrazê bikin. Em ê van polîtîkayên reşkirin û tasfiyekirinê yên li hemberî jinan rexne bikin. Em ê ji bo azadiya jinê biqîrin."    SALA AZADIYA JINÊ   Sizici ku got "dê sala 2022'yan bibe sala azadiyê" destnîşan kir ku ew yeqîn dikin ku dê ji heq vê derkevin. Sizici got: "Êdî dema koletiyê ya jinê qediya. Êdî dema dema têkoşînê ye. Em dixwazin di 8'ê Adarê de hemû jin li Qada Îstasyonê bin."    BANGAWAZÎ   Ji Komîteya Amadekar a 8'ê Adarê Rûken Yilmaz jî, da zanîn ku amadekariyên ku çend meh berê desr pê kirine hê jî didomin. Yilmaz, bang li hemû jinan kir ku bi rengên xwe dakevin qadan got: "Em ê li qadê biqîrin ku tecrîda li ser jinên kurd û gelê kurd bê rakirin, em ê ji bo azadiya Aysel Tûglûkê û hemû girtiyên nexweş biqîrin. Em ê zimanê xwe yê zikmakî biparêzin. Em ê ji bo şikandina polîtîkayên şerê taybet ên li hemberî jinan biqîrin. Bernameya me dê saet di 12.00'an de dest pê bike. Em hemû dayikên xwe, hevalên xwe yên jin, hevalên xwe yên ciwan di 8'ê Adarê de vedixwînin Qada Îstasyonê.  Em li bendê ne jin bi rengên xwe û tilîliyên xwe bên qadê."    MA / Eylem Akdag