Di meha sibatê de 24 jin hatin qetilkirin 2022-03-05 13:40:57 NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî daneyên JINNEWS’ê, di meha sibatê de 24 jin û 2 zarok hatin qetilkirin. Her wiha 26 jin û 7 zarok jî bi rengekî guman jiyana xwe ji dest dan. JINNEWS’ê daneyên tundiya mêr a meha sibatê aşkere kir. Li gorî daneyan, di nava mehekê de 24 jin û 2 zarok ji hêla zilaman ve hatin qetilkirin. Di heman demê de 26 jin û 7 zarok jî bi rengekî guman jiyana xwe ji dest dan. Her wiha di meha sibatê de jinekê û zarokekî li dijî hewldana kuştinê xwe parastin û rizgar bûn.    Li gorî daneyan; li Stenbolê 4, li Samsunê 2, li Zonguldakê 1, li Rihayê 2, li Xarpêtê 1, li Sakaryayê 1, li Sêwazê 1, li Uşakê 1, li Bûrsayê 2, li Kocaeliyê 2, li Balikesirê 1, li Konyayê 1, li Mêrsînê 1, li Duzceyê 1, li Mereşê 1, li Enqereyê 1 û li Îzmîrê jî jinek hatiye qetilkirin.    KUJERÊN JINAN   Her wiha hat destnîşankirin ku ji jinên hatine qetilkirin 12 jê ji hêla hevjînê xwe ve, 4 jê ji hêla xizmên xwe ve, 3 jê ji hêla hezkiriyê xwe ve, 2 jê ji hêla kurê xwe ve û jinek jî ji hêla birayê xwe ve hate kuştin. Kujerên 2 jinan jî hêj ne diyar e. 4 jinên ku hêj doza wan a hevweqetandinê didomiya jî hatine qetilkirin. Jinekê jî parastina xwe ya cewherî kir û xwe ji mêrê xwe yê êrişkar xelas kir.    Di heman demê de, mêran hewl dan ku 14 jinan qetil bikin, tundî li 10 jinan hate kirin, dest dirêjî li jinekî hate kirin, 2 jin hatin tacîzkirin, jinek hate rewandin û 2 jin jî bi rengekî guman birîndar bûn.    11 ZAROK HATIN TACÎZKIRIN   Ji êrişên zilaman, zarokan xwe jî para xwe girt. Di meha sibatê de 2 zarok hatin qetilkirin, 7 zarokan bi rengekî guman jiyana xwe ji dest dan, zarokek bi rengekî guman birîndar bû, 2 zarok ji mirinê filitîn, tundî li 3 zarokan hate kirin û 11 zarok jî hatin tacîzkirin. Zarokekî jî bi parastinê xwe ji êrişê xelas kir.    JINÊN TÊKOŞER DI HEDEFÊ DE NE   Di berdewamiya raporê de wiha hat gotin: “Tundiya mêr-dewletê ya li ser jinan roj bi roj zêdetir dibe. Li şûna pêşîlêgirtina vê tundiyê, her roj saziyên jinan ên têkoşîna li dijî tundiyê tên girtin. Di vê çarçoveyê de, di sala 2016'an de sazî û dezgehên jinan ên girêdayî şaredariyên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hatin girtin. Navnîşanên stargehan tê aşkerakirin û piştre jî tên girtin. Kujer û êrişkar ji hêla darazê ve tên parastin û ev parastin di meha sibatê de jî dom kir. Di gelek danişînên dozan de faîl bi hinceta ‘rewşa baş’ hatin berdan. Li şûna faîlan, jin hatin darizandin. Bi hinceta ku Meşa Şevê ya Stenbolê ku di di 8’ê Adar par de hatibû lidarxistin de xwe hilavêtine, derheqê jinan de doz hatibû vekirin. Danişîna doza wan hate dîtin. Der barê parêzvanên mafên jinan û  parêzer Rûşen Seydaoglu de doz hat vekirin û 6 sal û 3 meh ceza lê hate birîn.”