Rêvebiriya Xweser 8'ê Adarê kir roja betlaneya fermî 2022-03-05 20:03:43   NAVENDA NÛÇEYAN - Rêvebiriya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, 8'ê Adarê kir roja betlaneya fermî.    Hevserokatiya Meclîsa Rêvebir a Rêvebiriya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî 8'ê Adarê biryarnameyek ragihand.    Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro biryarnameyek ragihand.   Di biryarnameyê de wiha hat gotin: "Li ser bingeha qanûna betlaneya fermî ya Rêveberiya Xweser, her wiha li gorî madeya yekem a qanûna Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, roja sêşemê (08.03.2022) bi boneya Roja Jinan a Cîhanê hemû sazî û daîreyên Rêveberiya Xweser, ji bilî daîreyên ku pêwîstî pê heye li ser karê xwe bin, dikin betlane."