Li dijî tundiya dewletê jin bi mitîngekê hatin gelhev 2022-03-06 16:25:08   ENQERE - Bi hezaran jin, bi şîara "Li dijî tundiya zilam û dewletê, li dijî qrîz û xizaniyê bijî 8'ê Adarê" li Anitparqê hatin gelhev.    Bi pêşengiya Platforma Jinan a Enqerê, mitînga 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi şîara "Li dijî tundiya zilam û dewletê, li dijî qrîz û xizaniyê bijî 8'ê Adarê" dest pê kir. Bi hezaran jin li Anitparqê hatin gelhev û pankartên "Jin şer naxwazin" , "Bijî têkoşîna jinan" , "Em ê serî ji tundiya we re daneynin" vekirin. Jinên ku weke kortejê ketin qadê, di destê wan de fûlarên mor, kesk, sor û zer, li ber muzîkê govend digerînin.   Jin li qadê timik dûriöeyên "Ji şer re na ji jinan re budçe" , "Jin bi hev re bihêz in" berz kirin. Mitîng bi govend û dûrişmeyên jinan didome.    WÊNEYÊN JINÊN HATINE KUŞTIN NEGIRTIN QADÊ   Polisan destûr neda jinên ku xwestin bi wêneyên Garîbe Gezer û Denîz Poyraz bikevin qadê. Polisan bêyî hincetan wêneyan negirt hundir.    Her wiha polis bûn asteng ku jin wêneyên siyasetmedarên jin ên girtî Sabahat Tûncel, Gultan Kişanak û Fîgen Yuksekdag jî bikin qadê.