Di daxuyaniya 8'ê Adarê de 5 jin hatin binçavkirin 2022-03-06 18:28:33   ENQERE - Li Kolana Sakaryayê, polisan êrişî jinên ku derbarê 8'ê Adarê de daxuyanî dan kirin û herî kêm 5 jinan binçav kirin.      Li ser banga Partiya Karkerên Şoreşger (DÎP), Rêxistina Jinan a Sosyalîst a Wekhevî, Federasyona Kulubên Fikran (FKF), Komeleya Jinên Pêşverû (IKD), Jin di Berxwedanê de ne û Meclisên Jinan, komeke jin li Kolana Sakaryayê ya Enqerê hatin gelhev û xwestin ji bo 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê daxuyanî bidin. Polisan êrişî jinan kir û herî kêm 5 jinan binçav kirin. Her wiha polisan mudaxaleyî rojnamegerên ku xwestin êrişa wan bikişînin jî kir.    Rexmî vê astengkirina polisan jî jinan daxuyanî da û bal kişand ser zextên desthilatê yên li ser jinan û destnîşan kirin ku desthilat kuştina 276 jinan asteng nekiriye û êrişî mafê jinan kiriye.    Piştî daxuyaniyê jin qadê veqetiyan.