Kaplan a OHD'î: Tu eleqeya raporên ATK'ê û rastiyê bi hev tune ye 2022-03-08 09:02:32 WAN - Rêvebera OHD'a Wanê Leyla Kaplan, anî ziman ku tu eleqeya rastiyê û rapora ATK'ê ya "dikare di girtîgehê de bimîne" ya derbarê Aysel Tugluk de bi hev tune ye û got: "Em ê li dijî îqtidara ku dixwaze pêşengên têkoşîna jinan bitepisîne, ji bo berdana girtiyan tim biqîrin."  Kampanyaya îmzeyan a "Ji bo azadiya Aysel Tûglûk 100 jin" ku di 7'ê Çileyê de hatibû destpêkirin didome. Ji îmzevanên kampanyayê Rêvebera Komeleya Hiqûqnasan a Ji Bo Azadiyê (OHD) ya Şaxa Wanê Leyla Kaplan, destnîşan kir ku tu eleqeya rapora ATK'ê ya "dikare di girtîgehê de bimîne" ya derbarê Tûglûk de bi hiqûqê re tune ye.    Kaplan, diyar kir ku di têkoşîna azadiyê ya jinên kurd de Tûglûk xwedî kedeke mezin e û ew jin dê hemû mafên Tûglûk biparêzin. Kaplan, bibîr xist ku Tûglûk yek ji rêvebirina pergala "hevserokatiyê" ye û siyasetmedara jin a ewil e ku derbarê wê de biryara qedexekirina siyasetê hatiye dayîn. Kaplan got: "Ji ber keda xwe ya di têkoşîna azadiy ya jinan de, xwedî cihekî girîng e. Nexweşîna wê her diçe girantir dibe. Di rapora Zanîngeha Kocaeliyê de hatiye diyarkirin ku nexweşîna Tûglûkê giran e. Lê mixabin ATK derû bêalîbûn û hiqûqê rapora 'dikare di girtîgehê de bimîne' da Tûglûkê. Di nav saziyên dewletê de jî nakokî hene. Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Kocaeliyê diyar kiriye ku nexweşîna demansê zû dijwar dibe û Tûglûk nikare bi tena serê xwe di girtîgehê de bimîne. Lê ATK biryareke berevajî vê dide. Ev jî asta hiqûqa welêt nîşan dide. Ev yek nîşan dide ku îqtidar bi destê saziyên tenduristiyê dixwaze pêşî li ber têkoşîna jinê bigire."    Kaplan, destnîşan kir ku biryarên ATK'ê yên li gor polîtîkaya îqtidarê nayên qebûlkirin û got: "Em parêzer bi salan e dibêjin, tu eleqeya rastiyê û raporên ATK'ê bi hev tune ye. Mixabin ev gotinên me nayên bihîstin. Û ATK hîn bêtir bêhiqûqîtiyê dike. Em di rewşên wisa de dibêjin divê merciya biryardayînê ne ATK, şandeyeke tenduristiyê ya serbixwe be."    Kaplan, diyar kir ku her diçe nexweşîna Tûglûkê girantir dibe û dê di 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de li qadan ji bo berdana Tûglûkê û girtiyên jin ên nexweş ên din biqîrin û got: "Em ê li dijî îqtidara ku dixwaze pêşengên têkoşîna jinan bitepisîne, ji bo berdana girtiyan tim biqîrin."