Li Antalyayê 40 kes hatin berdan 2022-03-09 11:06:23   ANTALYA - Li Antalyayê, 5 jê parêzer 40 kesên ku di Meşa Femînîst a Şevê de polisan wan binçav kiribûn hatin berdan.    Endamên Platforma Jinan a Antalyayê, duh di saetên evarê de li Deriyê Hadrîan hatibûn gelhev û xwestibûn Meşa Femînîst a Şevê li dar bixin. Polisan êrişê jinan kiribûn û 5 jê parêzer 40 kesan bi lêdanê binçav kiribûn û biribûn Miduriyeta Polisan a Antalyayê. Piştî ku derbarê wan de kirariya "Muxalefeta qanûna civîn û meş û xwepêşandanan" kirin hemû kesên binçavkirî hatin berdan.