'Em ê li malê heps nebin, em ê li qada bin’ 2018-02-28 10:04:53 AMED – Jinan banga mitînga 8’ê Adarê ya li Qada Îstasyona Amedê kir û diyar kirin ku ew ê li dijî feraseta jinan li malê heps dike dê di 8’ê Adarê de li qadan bin.  Li Amedê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê dê di navbera 1-10’ê adarê de rêzeçalakî bên lidarxistin. Pltforma Jinan a Dîcle ya Amedê (DAKP) bi şiyara “Em hebûn, em hene û em ê hebin” dê li seranserî Amedê çalakiyan li dar bixe û gotin ku ew ê Amedê bi rengê jinê bixemilînin. DAKP'ê ji bo şahî û çalakiyan hemû jinên Amedê vxwendin bernameyên dê li dar bixin. Jinên Amedê jî diyar kirin ku ew ê bi hev re li dijî pergala serdestiya zilam rawestin û dengê azadiya jinê bilind bikin.    Me li kolanên Amedê der barê 8’ê Adarê de nêrîna jinan girt û jin nêrîna xwe qiha vedibêjin:   Medîne Mor: “Her roj li welat bûyerek nû ya îstîsmara zayendî pêk tê. Li welatek ku her roj îstîsmarkirin pêk bê, em ê çawa xwe azad hîs bikin. Cezakirina îstîsmkaran hindik e. Xesandina kîmyewî jî ne çareserî ye. Divê beriya her tiştî feraset bê guhertin. Her tim jin çîna bindest tên dîtin. Halbûkî jin tune be civak jî tune ye. Em ê bi hemû jinnan re di 8’ê Adarê de li qada bin.”    Emîne Tok jî bal kişand ser zordestiyên li ser jinan û got: “Dewlet dixwaze jin li hember wê bibin kole. Teqez divê polîtîkaya jinan a li Tirkiyeyê bê guhertin. Em ê hepsî malan nebin û li qada bin.”    Seda Çevîk jî behsa azadiya jinê kir  û wiha got: “Azadî dê jinê ji girêdana zilaman rizgar bike. Ji bo azadiyê ez ê di 8’ê Adarê de tev li mitînga jinan bibim. Ez dixwazim hemû jin beşdarî mitîngê bibin.”    Delal Deger jî ev tişt got: “Li Tirkiyeyê îstîsmarkar û kiryarên tecawizê bê ceza tên hiştin. Yên li hember vê jî derdikevin tên binçavkirin. Çima dewlet li dijî van derdikeve. Li şûna ku îstîsmarkaran bigire, yên li dijî vê derdikevin digire.”    Zeynep Yakişir jî ev şîrove kir: “Zilam tenê bedena jinê dibînin. Em ne objeya zayendî ne. Ji bo kuştina jinan raweste divê em hemû bi hev re têkoşîna xwe bilind bikin.”