Malên Gel banga 8'ê Adarê kirin: Li dijî qedexeyan derkevin kolanan 2018-02-28 10:06:37 ENQERE - Sekretera Jinan a Malên Gel Nebiye Mertturk, diyar kir ku li dijî jinan êrîşên pir dijwar hene û xwest hemû jin di 8'ê Adarê de derkevin qadan û mafên xwe biparêzin.  Jin, beriya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê di nava şert û mercên OHAL'ê de amadekariya pîrozbahî û çalakiyên 8'ê Adarê dikin. Jin ji bo li dijî tundî û zextên li ser wan zêde dibin şermezar bikin û mafên xwe bixwazin dê 8'ê Adarê meş û mîtîngan li dar bixin û daxuyaniyên girseyî bidin.  Jin ji niha de xwe amade dikin ku ji bo 8'ê Adarê dakevin kolan û qadan. Bi îlana OHAL'ê de gelek siyasetmedar, parazvanên mafên jinan û aktîvîstên saziyên jinan hatin girtin. Herî dawî di 22'ê Sibatê de Hevseroka Malên Gel û gelek endamên wan hatin binçavkirin. Sekretera Jinan a Malên Gel Nebiye Mertturk, diyar kir ku li dijî jinan êrîşên pir dijwar hene û xwest hemû jin di 8'ê Adarê de derkevin qadan û mafên xwe biparêzin. Mertturk, diyar kir ku jin dê di 8'ê Adarê de li dijî zextên li ser wan û li dijî OHAL'a ku zagonan tune dihesibîne darkevin qadan. Mertturk, anî ziman ku îsal jin dê di 8'ê Adarê de li qadan bin û wiha got: "Hevseroka me Dilşat Aktaş û endamên me hatin binçavkirin. Ev di heman demê de êrîşa li dijî têkoşîna jinê ye.    ‘JINAN QEDEXE NAS NEKIRIN'   Mertturk, anî ziman ku kesên OHAL îlan kirin bawer kirin ku dê karibin jinan bêdeng bikin û kolanan vala bikin û wiha got: "Lê her tişt dijberî wê pêş ket. Jin OHAL’ê û zextên li ser wan tê meşandin nas nakin. Zagona Muftîtiyê mudaxaleya bi destê ol e. Jin li dijî vê yekê derketin. Bi sed hezaran jin li dijî vê yekê derketin. Muftîtiyê bi vê guhertinê xwest zaroka jin a 9 salî bizewice.    'ÎKTÎDAR DÎKTATORIYÊ AVA DIKE'   Mertturk, anî ziman ku polîtîkayên îktîdarê yên 15 salan mêraniyê diparêze û dixwazin jinan di bin zextan de bi xwe ve girê bidin û wiha got: "Lê çi bikin bila bikin nikarin jinan bi zext û tepisandinê bi xwe ve girê bidin. Îro dixwazin diktatoriyê ava bikin. Dîsa bi taciz, tecawiz û tundiya mêr dixwazin pergala dîktatoriyê ava bikin. Bi zext û dîktatoriyê girseya xwe li hev kom dike.    ‘XESANDINA KÎMYEWÎ JI BO RIZANDINÊ BINCIL BIKE'   Mertturk, bal kişand ser polîtîka û niqaşên xesandina kîmyewî û anî ziman ku bi vê yekê dixwaze ser rizandina xwe bincil bike û wiha lê zêde kir: "Bi tundiya li dijî jinan îstîsmara zarokan jî zêde bûye. Ji bo vê qirêjiya xwe veşêrin niha bi rêbaza mêr a "Xesandin" û "Darvekirinê" dixwazin bincil bikin û ser wê veşêrin. Piştî sûc hat kirin dixwazin bi politîkayên xesandin û îdamê ceza bikin. Yên sûcdar ew kesên li pişt sûc radiwestin in. Rêbaza xesandina kîmyewî dixwazin rastiyê ji civakê veşêrin. Daxwazên zayendî yê mirov bi cezayê xesandin û îdamê nayê çareserkirin. Ji ber ku polîtîkayên di meriyetê de hişmendiya mêr diparêze. Tacîz û tecawizkar serbest tên berdan. Weki bûyerê Vakfa Ensar dibêjni ‘Ji carekê tiştek nabe' Yên sucdar ew kesên li pişt sûc radiwestin in. Yên vê biryarê didin jî dadger in. Yê dibêjin "Ez ji wekheviya jin û mêr bawer nakim' Serokomar e.    Em dê di 8'ê Adarê de li dijî van polîtîkayan li qadan bin. Em bang li hemû jinan dikin ku li dijî hemû zext, tundî, neheqî û binpêkirinên mafan jin dakevin kolanan. Me bi kedek mezin maf bi dest xistin. Têkoşîna me dê berdewam bike. Em bang li hemû jinan dikin ku maf û jiyanê biparêzin û di 8'ê Adarê de qedexeyan bişkînin û dakevin kolanan."    MA / Diren Yurtsever