‘Bi 8’ê Adarê divê em polîtîkaya tecrîdê bişkînin’ 2018-02-28 11:21:26 MÊRDÎN – Li Mêrdînê jinan dest bi xebatên çalakiyên 8’ê Adarê kir û gotin ku ew ê bi 8’ê Adarê polîtîkaya tecrîdê bişkînin.  Li Mêrdînê di çarçoveya pîrozbahiyên 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de dê sibê bi dirûşma “Ev wiha naçe, ya azadî ya azadî” starta xebatan bê dayîn. Dê di çarçoveya plansaziya jinan de li navenda Mêrdîn û navçeyên wê rêzeçalakî bên li darxistin. Jinan bal kişand ser girîngiya pîrozbahiya 8’ê Adarê.   ‘EM BAŞ DIZANIN KU EM Ê ÇAWA TÊKOŞÎNÊ BIKIN’    Endama Dîwana Hevserokatiyê ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Salîha Aydenîz a li Mêrdînê xebatên 8’ê Adarê dide meşandin da zanîn ku bi Rewşa Awarte û îxrackirinê êrîşên li ser jinan zêde bûne û îşaretî pêkanînên salên 1990’an kir. Aydenîz got: “Em wek jinên Kurdistanê baş dizanin ku li dijî feraseta jinan tune di hesibîne û bedena jinê teşhîr dike, çawa têkoşînê bikin. Dê beşdariya pîrozbahiyên 8’ê Adarê gelek xûrt derbas bibin.”    ‘JI BO TECRÎD BÊ ŞIKANDIN DIVÊ EM DENGÊ XWE BILIND BIKIN’    Aydenîz destnîşan kir ku ew ê li dijî hemû pêkanînên li ser jinê li qadan û kolanan dengê têkoşîna jinê qîr bikin û got: “Zext û zordestiya li welat, bi tecrîda li ser birêz Ocalan ve girêdayî ne. Ji bo zincîra tecrîda li Îmraliyê bê şikandin, em ê bi hemû hêza xwe di 8’ê Adarê de li qadan dengê xwe bilind bikin.” Aydenîz banga beşdariya çalakiyên 8’ê Adarê li hemû jinan kir û xwest jin li qadan bin.    ‘EM Ê TECRÎDÊ BIŞKÎNIN’    Berdevka KCD’ê ya Mêrdînê Adalet Kaya jî diyar kir ku ew ê 8’ê Adara îsal bikin sala azadiya jinê û got: “Armanca me sereke ew e ku em OHAL û KHK’yan ji holê rakin. Em ê li dijî pêkanînan serî hildin û li ber xwe bidin. Ez bang li tevahiya jinan dikim ku dakevin qadan û dengê xwe bilind bikin. Divê em ji vê rewşa nebaş re bêjin rawest e. Divê em bi çalakiyên 8’ê Adarê tecrîda li ser Ocalan bişkînin. Tecrîd sûcek mirovahiyê ye. Dixwazin li ser hemû civakê tecrîdê pêk bînin. Jin dê van zext û tundiyê qet qebûl nekin.”