DAKAP dê ji ber tundiya polîsan gilî bike 2022-03-10 16:10:18 AMED - DAKAP’ê da zanîn ku ji ber tundiya polîsan a di mitînga 8’ê Adarê ya li Amedê de dê gilî bikin. DAKAP’ê wiha got: “Em ne dê li hemberî zexta we serî bitewînin û ne jî dê polîtîkayên we qebûl bikin.”  Platforma Jinan a Dîcle Amed (DAKAP) têkildarî mitînga 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ku li Qada Îstasyonê hatibû lidarxistin, li avahiya Şaxa Sendîqeya Kedkarên Tenduristî û Xizmetên Civakî (SES) daxuyanî da. Endamên Tevgera Jinên Azad (TJA) û Komeleya Jinan a Rosayê jî beşdarî daxuyaniyê bûn.    BERTEK NÎŞANÎ TUNDIYA POLÎSAN DAN   Ji Komîteya Amadekar a 8’ê Adarê Rûken Yilmaz bertek nîşanî tundiya polîsan da û wiha got: “Faşîzma mêrê serdest di mitîngê de derket lûtkeyê û êrişeke xedar li dijî jinan hat kirin. Di ketina qada mitîngê de 3 noqteyên lêgerînê hebûn. Li van noqteyan ji derxistina solên jinan heta lêgerîna bincilan, lêgerîneke ku rûmeta mirovan dişikand hate kirin. Lê tevî van zextan jî jinan bi coşeke mezin pîrozbahiya xwe kir.”   Yilmaz, diyar kir ku jin rastî îşkenceya polîsan hatine û wiha bi dawî kir: “Dayikên me, rêhevalên me yên jin, nûnerên STK’ê, hevserokên HDP’î û parlamentera HDP’ê Ayşe Acar Başaran rastî êrişa fizîkî hatin. Her wiha 9 kes hatin binçavkirin. Lê tevî van êrişan jî em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin. Em ê serî li ber we netewînin û polîtîkayên we qebûl nekin. Em li vir radigînin ku dê ji ber tundiya polîsan ji bo cihên pêwendîdar gilî bikin.”