Walîtiya Amedê li qadên vekirî çalakiyên 8’ê Adarê qedexe kir 2018-02-28 14:49:20 AMED – Walîtiya Amedê destûr neda çalakiyên 8’ê Adarê yên ku Platforma Jinan a Dîcle ya Amedê di navbera 1-10’ê adarê de li derve li dar bixin.  Platforma Jinan a Dîcle ya Amedê (DAKP) bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê aşkere kiribû ku dê di navbera 1 û 10’ê adarê de bi dirûşmeya “Em hebûn, em hene û em ê hebin” çalakiyan li dar bixe. Walîtiya Amedê der barê van çalakiyan de daxuyanî da û destûr neda çalakiyan li derve bên lidarxistin.    Endama DAKP’ê Parêzer Gulşen Ozbek tîldarî mijarê agahî da û dstnîşan kir ku ji bo bernameyên xwe serî li walîtiyê dane, lê walîtiyê destûr neda çalakiyên mîna avakirina stanta li bazaran, fenerên daxwaz firandinê, belavkirina qurnefîlan, çalakiya rûniştinê ya li Parka Koşuyolu, daxuyaniya çapemeniyê, meşa meşaleyi û meşa xwezayê.    Ozbek anî ziman ku ji bo çalakiyên li qada girtî tu qedexe dernexistine û ji bo mitînga 8’ê Adarê ya li Qada Îstasyonê hevdîtin dewam dikin. Ozbek diyar kir ku têkildarî mitîngê biryarek qedexeyê derneketine û ji bo çalakiyên qada vekirî pêk bên û biryara qedexeyê paş ve bê kişandin dê îtîrazî walîtiyê bikin.