Bû remza ked, şîfa û bereketê 2018-03-01 09:25:26 WAN - Belkisa Aşan a ku 30 salên wê yên dawî di nav têkoşînê de derbas bûne, wekî remza kedê, şîfayê û bereketê tê bibîranîn. Aşan, ji bo 8'ê Adarê bang li hemû jinan kir, got: "Divê em bên gel hev û nîşan bidin ku em çi qasî hêzdar in."  Bi îlankirina Rewşa Awarte re, li Tirkiyeyê şidet û çewisandinên li hemberî jinan zêde bûn. Yek ji van jinên ku tu carî li hemberî şidet û çewisandinan ji têkoşînê tawîz neda jî Belkis Aşan a 68 salî ye. Aşan li navçeya Elbakê ya Wanê dijî. Tevî hemû êş û azaran jî Aşanê hewl daye li ser piyên xwe bisekine. Kesên wê nas kirine û bûne şahidên jiyana wê jê re dibêjin "Dayika Belkisê" û wê wekî remza ked, şîfa û bereketê bi bîr tînin.   30 salên jiyana Aşanê di navbera Elbak û Îranê de derbas bûye û niha li Gevera Colemêrgê tevî zarok û neviyên xwe dijî. Aşan ji bo jiyana xwe wiha dibêje: "Xwezî kamereyek hebûna û 30 salên dawî gav bi gav bihatanan kişandin." Du keçên Aşanê û hevjînê wê di temenên ciwan de dimirin. Aşan diyar dike ku tevî evqas mirinan jî wê hewl daye li ser piya bisekine û hêzdar be û zarokên wê yên mayî jî hêz jê girtine.    ‘DI QEZAYEKE TRAFÎKÊ DE 2 KEÇÊN MIN Û HEVJÎNÊ MIN MIR'    Dayika 11 zarokan Aşan, ji bo jiyana xwe zor û zehmet wiha dibêje: "Ji ber hevjînê min nexweş bû bikaribû bixebite. Fikirîm ez ê karibim çi bikim. Ewilî min li çiyayan dest bi berhevkirina pincarê kir û debara xwe dikir. Min gihayên berhev dikirin difirotin pê şekir, rûn, arvan dikirî. Her wiha mala bavê min dewlemend bûn, lê rojekê jî min destê xwe li ber wan venekir û alîkarî ji wan nexwest. Kes bi halê kesî nizane. Carinan li mala me nanê tisî jî nedima. Rojekê tenê 5 lîreyê min hebû, min pê arvan kirî. Min nan çêkir û me tenê ew nan xwar. Bi wî nanê tisî çûm çiyayan min giya berhev kirin û debara xwe kir. Di sala 2003'yan de 2 keçên min û hevjînê min qeza kirin. Keçek min 20 salî ya din 19 salî bû. Ji bo bijîşk çûn Enqereyê, lê li ser riya Xoşabê qeza kirin û hersê jî di wê qezayê de mirin. Min hersê qîmetdarên xwe di rojekê de winda kirin. Ev êşeke zaf mezin e."    KINCÊN GELÊRÎ JI ÎRANÊ ANIYE Û DEBARA XWE KIRIYE    Aşan, diyar kir ku ew li ser van êş û kulên xwe negiriyaye û hewl daye moralê zarokên xwe û derdora xwe xweş bike. Aşan diyar kir ku piştî qezayê bi hefteyekê wê 9 zarokên xwe li dor xwe kom kirine û ji bo kar û barekî bikin axivîne. Aşan destnîşan kir ku kurekî wê tev li PKK'ê bûye û yên dinê jî bi kincên gelêrî yên ji Îranê aniye xwedî kiriye.    Aşan ku pirsî "Çima jinek bi awayekî azad tev nagere, di karekî de naxebite?" wiha got: "Ger bi ya mêrên li Elbakê be, divê jin neçin cihekî jî. Tiştên ku dayikek bikin tu mêr nikare bike. Te dît gotinek heye, dibêjin dayikek di nav ariyê de jî dikare li zarokên xwe binere, lê bavek di nav zêran de jî bijî nikare zarokên xwe xweyî bike. Ji ber vê divê mirov li keda jinê binere. Divê neheqî lê neyê kirin. Di 30 salên dawî de tu kar nema ku min nekir. Belkî hûn bawer nekin, lê li Elbakê tu çiya, tu zozan nema ez neçûmê. Min xwest nîşan bidim ne ez, ne jî zarokên min em ê ji birçîna nemirin. Ji ber xebatê dest û piyên min cedew girtin. Ev ne girîng e. Lê dema bi şev min serê xwe datanî ser balgiyê rihet bûm. Piştî demekê min bi giyayên kom kirin derman çê kirin. Min qurîşek jî ji kesî nedistend. Jin, extiyar dihatin cem min. Kesên pişta wan biêşiyanan, fitqoyî bûnan an jî derek wan bişikiyana, min derman ji wan re çê dikirin. Cîranên me an jî jinên ku ji bo dermanan dihatin min wan li dor xwe kom dikirin û hînî wan jî dikir."    4 SALAN HEVSEROKATÎ KIR    Aşan serdemekê tev li xebatên HDP'ê yên navçeyê bûye û 4 salan jî hevserokatî kiriye. Aşan, bi lêv kir ku kesên di nav partiyê de hemûyan rêz nîşanî wê dida. Aşan, diyar kir ku xebatên siyasî ew guherandiye û got: "4 sal berê keçek min û hevjînê xwe li hev nekirin, dev ji hev berdan. Tevî kurê xwe li cem min dijî. Tim jê re dibêjim, 'Tu zaroka min î, dev ji te bernadim. Jiyana min esas bigire, wêrek be.'"    BANGA 8'ê ADARÊ    Aşan destnîşan kir ku dema jin bixwaze dikare ji derheqê her cure zehmetiyê derkeve û ji bo 8'ê Adarê jî got: "8'ê Adarê rojeke girîng e. Divê jin bi reng û dengê xwe tev li pîrozbahiyan bibin. Jin dikarin li hemberî evqas mirinan, şidetê bi wêrekî bên cem hev. Divê em bên gel hev û nîşan bidin ka çi qasî hêzdar in."    MA / Nimet Olmez