Jinên Botanê dê 8'ê Adarê bi ruhê Binevş, Berivan û Asyayan piroz bikin 2018-03-01 10:46:39 ŞIRNEX - Jinên Botanê, 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê dê bi ruhê Binevş Agal (Bêrîvan), berxwedana Bêrîvan û têkoşîna Asya Yuksel pêşwazî û pîroz bikin.  Jina kurd ên her dem li dijî polîtîkayên qirkirina jinê serhildanê hilbijartî û li Botanê bi nasnameyek nû pêşketî carek din 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê pêşwazî dikin. Bi taybetî jinên Botanê yên di 30 salên dawî de pêşengiya têkoşînê dikin, îsal dîsa amadekariya daketina qadan dikin. Ruhê têkoşîna jinên Botanê di sala 1988'an de bi pêşengiya Binevş Agal (Bêrîvan) derket pêş. Bû ‘Efsaneya Bêrîvan’ û bû remza berxwedana jinan. Binevş a ku wekî sembola têkoşîna jinên Botanê piştî tevlê rafên PKK’ê bû û derbasê navçeya Cizîrê ya Şirnexê bû, hezaran jin navê Binevş û Bêrîvan li xwe kirin. Ji wê rojê û şûnde pêşengiya tekoşina jinê dike.    TÊKOŞÎNA JI EWROPA HEYA CIZÎRÊ   Binevş Agal, di sala 1966’an li navçeya Qûbînê ya Êlihê ji dayik bû. Malbata Binevş, navê wê ji destana evîniya kurdan “Cembeliyê Mirê Hekkarî û Binevşa Narin” bandor bûn û ev nav li keça xwe kirin. Malbata Binevş li ser zordestiyên dema 12’ê Îlona 1980’an wekî gelek malbatên Êzidiyan koçberê Ewropayê kirin. Sala 1984’an ku ji bo kurdan salên dîrokî komek ji kurdan pêk tê li hemberî darbeya 12’ê Îlonê û zordestiyên li hemberî kurdan ji Hannoverê heya Bonn’ê 300 kîlometrê meşiyan. Di nava vê meşê de tenê jinek hebû. Ew jî Binevş bû. Binevş hêj 17 salî bû di nava meşê de cih girt. Di heman salê de tev li rafên PKK’ê bû. Meşa xwe li Cizîrê berdewam kir.    ‘EFSANEYA BÊRÎVAN’   Dema Binevş tev li PKK’ê bû rastî bertekên Êzidiyan hatibû. Ji ber ku di nava çanda êzîdîyan de wê demê tevlîbûna jinê ya şoreşê balkêş bû. Binevş sala 1985’an tevlê xebatê ‘Qada Rojhilatanavin a PKK’ê’ bû. Li Rojavayê welat yekem xebatên rêxistinkirina jinê kir. Binevş, li Rojava bû sembola jinan û piştre jî derbasê Qantona Cizîrê bû. Binevş salan li Qantona Cizîrê xebatên rêxistin kirina jinê dimeşîne û piştre sînoran derbas dike û sala 1988’an şûnde êdî xebatên xwe li navçeya Cizîrê ya Şirnexê dide destpê kirin û li ew der navê Zozan li xwe dike. Bineşv li Cizîrê çîrûskên tekoşîna jinê pêxist û mohra xwe bi navê xwe ‘Efsaneya Bêrîvan’ li kolanên Cizîrê da.    ZAROKÊN NAVÊ BÊRÎVAN LÊ HATİN KİRİN BÛN PÊŞENGÊ TÊKOŞÎNA JİNÊ   Li çoltera Cizîrê şikeftên PKK’iyan de debanceya li ser ‘Zozan’ nivîsandî ji aliyê polîs û leşkeran ve tê dîtin. Polîs êdî dizane ku jineke PKK’yî di kolanên Cizîrê de ye. Di roja 18’ê Çileya 1989’an polîs li ser avahiya Emîn Elçî Torun de digire û sereke Emîn bi poşeta nan ve tê gulebaran kirin û şûna poşeta nan çek dênin ber kêleka wî. Binevş jî bi polisan re dikeve pevçûnê û di encamê de jiyana xwe ji dest dide. Li ser vê yekê Cizîr teqîna hêrs çêdibe û ji vê rojê şûnde hezaran malbat zarokên xwe Binevş, Bêrîvan û Zozan bi nav dike. Zarokên wan navan li xwe dike îro roj pêşengiya têkoşîna jinê dike.    BÊRÎVAN BI KEFIYA XWE BÛ EFSANEYA CIZÎRÊ    Salên 90’î li bajarên herêmê zext û zor zêde bûbûn. Li Cizîrê jî heman polîtîka pêş ketibû. Zarokên navên Bêrîvan, Bîşeng û Zozan li xwe kirin, êrîş û zordestiyên dewletê nas nekirin û li dijî wan derketin. Piştî Binevş jiyana xwe ji dest da, Besna ya 14 salî ket bin bandorê û PKK nas kir. Besna bi navê Bêrîvan li xwe kir. Di Newroza 1992’an a Cizîrê pêşengiya gel kir. Li hemberi êrîşên giran a hêzên dewletê ya li ser gel Bêrîvan agirê Newrozê pêxist. Li gel gulebarana panzeran û bi erdê kaş kirina gel Bêrîvan bi kefiya xwe destê xwe yê birîndar, tekoşîna Binevş Agal li kolanên Cizîrê dubare bû.    ASYA YUKSEL BI TÊKOŞÎNA XWE BÛ SEMBOL   Jinên Botanê ala tekoşîna Binevş û Bêrîvan hildan û heya sala 2015’an bilind kirin. Hiekûmetê di sala 2015’an de polîtîkayên qirkirinê ji nû ve xistin meriyetê. Piştî şerê di 24’ê Tirmeha 2015’an dest pê kir, Meclîsa Gel a Cizîrê di  10’ê Tebaxa 2015’an de ’Rêveberiya cewherî’ îlan kir. Di berdewama vê pêvajoyê de qedexeyên derketina kolanan li Cizîrê tê îlankirin û cihê panzerên salên 90’î gulebaran li ser gel dikir, tanq û top girt. Meşa Binevş li Ewropa dayî destê pê kirin êdî pêşengiya Hevseroka Meclîsa Gel a Cizîrê Asya Yuksel de berdewam kir. Di 14 Kanûna 2015’an qedexeya derketina kolanan îlan kirin û vê carê gel di encama êrîşên dewletê de di jêrzemînan de hat şewitandin. Asya bi gotina “Ez dayikim, çawa dest ji zarokên xwe berdim” heya dawiyê pêşengiya berxwedanê kir. Asya êdî bi jiyana xwe ya tekoşer û tekoşîna li hemberî êrîşên dewletê bû sembola Cizîrê. Asya tekoşîna xwe ya li hemberî hişmendiya zilam a serdest bi xebatên xwe yên siyasetê re meşand û herî dawî di jêrzêmînê wahşetê yên Cizîrê hat şewitandin.    Têkoşîna jinên Botanê ku bi çîrûska Binevş Agal destpê kir, bi agirê têkoşîna Bêrîvan Cizîr bilind dibe û bi têkoşîna Asya Yuksel digihije asta herî bilind, piştî 30 sal din bi heman rihê roja 8’ê Adarê pêşwazî dikin.   MA / Ozgur Paksoy