Hejmara jinên hatine girtin derket 11’an 2022-03-20 09:44:55   AMED - Ji 25 jinên ku di 16-17’ê adarê de di encama serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin 11 jê hatin girtin.    Di çarçoveya lêpirsîna ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hatibû destpêkirin de polîsan di 16-17’ê adarê li Amedê ser gelek malan de girt. Di encama serdegirtinê de siyasetmedar û nûnerên rêxistinên civaka sivîl jî di nav de bi giştî 25 jin hatibûn binçavkirin. Ji jinên di 18’ê adarê de derxistin dadgeriyê 7 jê hatibûn girtin û 8 jî bi şertê kontrola edlî hatibûn berdan.    Hevşaredara Sûrê Fîlîz Buluttekîn, Sekretera Jinan a Şaxa Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmetên Civakî (SES) ya Amedê Fatma Yildizhan, Sekretera Jinan a Şaxa Sendîkaya Xebatkarên Veguhestina Yekbûyî (BTS) ya Amedê Bagar Ulug, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) Zekiye Guler, Bîrsen Guneş, Safiye Akdag, Evîn Yelboga, Emîne Akşahîn, Emîne Çetîner, Kezîban Kuday û Songul Kapanci jî piştî bidawîbûna kar û barên îfadegirtinê duh derxistin edliyeyê.    Di lêpirsînê de dîsa meşa 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya ser Jinan a Navneteweyî, çalakiyên li dijî betalkirina Peymana Stenbolê û mitînga 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê hatin pirsîn.    Ji jinên bi daxwaza girtinê sewqî dadgeriyê hatine kirin Fîlîz Buluttekîn, Bahar Ulug, Fatma Yildizhan û Songul Kapanci hatin girtin. Yên din jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.    Bi van girtinên dawî re hejmara jinên di çarçoveya operasyonê de hatine binçavkirin hatine girtin derket 11 kesan.