Jinan peyam dan rayedarên OHAL’ê: Em qadan bernadin 2018-03-01 10:48:03 MÊRSÎN / EDENE - Jinên Edenê û Mêrsînê, diyar kirin ku ligel hemû astengiyên OHAL û êrîşên heyî dê ji qadan dernevin û gotin: “Heya jin li qadan bin dê bi hêz bin. Em ê di sînorên xwe de 8’ê Adarê pîroz bikin.” Jinên li herêm û Tirkiyeyê, dê îsal li dijî şer, tundî û êrîşên zayendî, îstîsmara zarokan, desthilatdariya zilam, OHAL û KHK’an di 8’ê Adarê de li qadan bin. Jinên li Mêrsîn û Edeneyê starta xebatên 8’ê  Adarê dan, dinava amadekariyek xurt dene.    Endama Platforma Jinan Ozge Goncu, diyar kir ku ew ê bi şîara “Em ê koçe, kolan, qadan û şevan terk nekin” dê dakevin qadan û wiha axivî: “Hikûmetê bi hatina 8’ê Adarê re mijarên darvekirin û xesandinê kirin rojevê. Em ê li dijî îstîsmar û zewicandina  zarokan dakevin qadan. Em ê hîn zêdetir xwe bi hêz bikin û li dijî OHAL û KHK’an dakevin qadan.”   ‘EMÊ QADAN JI HIŞMENDIYA ZILAM RE NEHÊLIN’   Endama Platformê Aze Su Dalmîrzak jî, anî ziman ku dê jin li dijî desthilatdariya zilam dakevin qadan û wiha axivî: “Hemû xebatên me bi hincetên OHAL’ê tên astengkirin. Lê ligel hemû astengiyan em ê di 8’ê Adarê de li qadan bin û qadan vale nehêlin. Welat di çi rewşê de dibe bila bibe, dê dest ji têkoşîn û berxwedana xwe bernedin. Ji bo hîn zêdetir jin bi hêz têkoşîna xwe bi rêve bibin, divê bizanibin mafên wan çine. Ji xwe li dijî tacîz û tecawîzê jin xwedî mafên qanûnî ne. Ya girîng ewe ku van mafên xwe bikin pratîkê. Ji bo vê yekê em ê di 8’ê Adarê de li qadan bin. Emê qadan ji hişmendiya zilam re nehêlin.”   ‘EM DIXWAZIN BIJÎN Û BIDIN JIYÎN’   Endama Platformê Guler Cirlas jî, diyar kir ku jin dibin êrîşên dijwar dene û wiha axivî: “Em di pêvajoyek xedar re derbas dibin. Li şûna cezayên darvekirin û xesandinê, bila hikûmet polîtîkayên li ser zarokan biguhere. Divê jin li dijî pêkanên li ser jin û zarokan, sekneke bi hêz nîşan bidin. Em dixwazin êdî bijîn û bidin jiyên.”    ‘HEYA KU JIN LI QADAN BIN DÊ BI HÊZ BIN’   Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Mêrsînê Yeter Guzel, da zanîn ku divê jin ne tenê di 8’ê Adarê de divê her roj li qadan bin û wiha got: “Heya ku jin li qadan bin dê bi hêz bin.”   ‘DIVÊ DENGÊ JINAN BIHÊZTIR DERBIKEVE’   Hevseroka Partiya Demokratîk (HDP) a Akdenîzê Havva Tekîn jî, dest nîşan kir ku dê bi reng, ziman, cil û bergên xwe beşdarî 8’ê Adarê bibin û got: “Divê jin hîn zêdetir dengên xwe bilind bikin. Ji bo em ji êrîş û zilmê re bêjin êdî bese, em ê li qadan bin.”    ‘ÊMÊ BÊJIN ÊDÎ BESE’   Endama Platforma Jinan a Edeneyê Şukran Yeşîl, bal kişand ser polîtîkayên dijminên jinan ên AKP’ê û wiha axivî: “Desthilatdariya AKP’ê ji bo jinan ji qadên çemawerî derbixe û hepsê malê bike hemû derfetên xwe seferber kiriye.  Ji bo jin bêjin êdî bese dê di 8’ê Adarê de derbivin qadan û dê xwedî têkoşîna xwe derbikevin.”   Endama Mala Gel a Edeneyê Denîz Uysala jî, destnîşan kir ku ew dixwazin di cîhanek aştiyane de bijîn û wiha bilêv kir: “Em êdî 8’ê Adarê ya ne hatî qedexekirin dixwazin. Jin dê bi piştevaniyêk mezin têkoşîna xwe yek bi yek bihûnin û mezin bikin. Em ê ne li gorî sînorên dewlet û Walîtiyan, li gorî sînorên xwe bi awayekê azad di 8’ê Adarê de li aqadan bin.”    BERXWEDANA JINÊ DÊ FAŞÎZMÊ TUNE BIKE   Endama Meclîsa HDP’ê Asye Koçak,  diyar kir ku dê weke Meclîsa Jinan a HDP’ê di rewşa awarte ya OHAL’ê de xwe ji bo 8’ê Adarê amede dikin û got: “Em bi hemû derdorên demokratîk, aştîxwaz û wekhevre di 8’ê Adarê de li qadan bin. Em ê rê nedin faşîsmê. Em ê serê netewînin. Em bi vê ruhî xwe ji bo 8’ê Adarê amede dikin. ”    Enama Lijneya Rêveberiya Navenda HDP’ê Îlknur Bîrol jî, da zanîn ku berxwedana jinên dê faşîzmê têk bibe û wiha axivî: “Em ê li dijî polîtîkayên şer û tundiyê, li dijî îstîsmar û cûdakariyê di 8’ê Adarê de li qadan bin. Panzehîra desthilatdariya zilam a faşîzmê berxwedan û rêxistinbûyîna jinê ye. Jin dê vê berxwedana xwe di 8’ê Adarê de nîşan bidin.”   MA / Nurhan Kuzu