Jinên Îzmîrî, di 8’ê Adarê de dê bi xwe ewlekariya xwe bigirin 2018-03-01 13:40:32 ÎZMÎR - Platforman Jinan a Îzmîrê, di 8’ê Adarê Roja Kedkarên Jinên Cîhanê, çalakiyên pêk bînin de, dê  bi xwe ewlkariya xwe bigirin. Jinan, diyar kirin ku dê tu astengiyên bi hinceta OHAL’ê nas nekin û gotin: “Em ê raperîna xwe veguherînin hêrsê û li qadan bin.” Jinan bi her waya amadekariyên xwe yên 8’ê Adarê Roja Kedkarên Jinên Cîhanê berdewam dikin. Platforma Jinan a Îzmîrê, bernameya xwe ya 8’ê Adarê hêdî hêdî diyar dike. Jinên saet 07.00 di 8’ê Adarê de li ber Navenda Çandan Leman a kevin kom bibin, dê haya Navenda Çanda Turkan a Saylan a Kolana Şehîtlika Kibris a Alsancakê bimeşin.    Endamên Şaxa Hejmara 2 a Egîtim Senê, dê di çalakayên Koma Mûzîkê ya Erbane û Koma Mûzikê ya Şemiyê de cih bigirin. Jin beşdarî meş û çalakiyên bibin, dê bi xwe ewlekariya xwe bigirin. Di heman demê de, dê jin bi çalakiyên meş, panel, hatina gel hev, got û bêj û çalakiyên cûda hewl bidin di 8’ê Adarê de zanebûna jinê derbixin holê.    'DÊ JIN BI XWE EWLEKARIYA XWE BIGIRIN'   Endama Meclîsa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê Gulay Gun Bîlîcî ku cihê xwe di Platformê de digire, diyar kir ku ji niha de dest bi xebatên xwe kirin û wiha axivî: “Em ê bi şîara “Ev wiha naçe, yan azadî yan azadî” dê li qdan dengên xwe yên aştî û azadiyê bilind bikin. Dê bi destên jinan aştiya cîhanê belav bibe. Em ne li bendêne ku hişmendiya pergala zilam a li vî welatî dibe sedema kuştinên jinan û îstîsmara zarokan ku ewlekariya me bigire. Emê bi xwe ewlekariya xwe bigirin.”     ‘EMÊ DESTÛR NEDIN HINCETÊN OHALÊ’   Endama Partiya Karkerên Şoreşger Can Unval jî, anî ziman ku di 8’ê Adarê de gelek erk dikevin ser milên jinan û wiha  axivî: “Dibe ku zext û êrîş li ser me hebin. Lê ligel vê yekê jî dê jin li Îzmîrê qadan bin.  Em ê bi tu awayî hincetên OHAL’ê astengiyan nas nekin û qadan vale nehêlin.”    'JI BO WEKHEVÎ, AZADÎ Û AŞTIYÊ'   Yek ji jinên Mala Gel Evrîm Çakir jî, bal kişand ser dîktatoriya desthilatdariyê û wiha got: “Dê jin li dijî desthilatdariya AKP’ê, ji bo wekhevî, azadî, laiklik, aştî û gelan di 8’ê Adarê de li qadan bin.”   ‘EMÊ RAPERÎNA XWE VEGUHERÎNIN HÊRSÊS’    Endama Kolektîfa Jinan a Zanîngehê Emîne Akbaba jî, bal kişand ser pîrozbahiyên 8’ê Adarê û wiha axivî: “Ji ber ku jin koletiyê qebûl nakin, her roj ji bo wan qanûnan lidar dixin. Ev pêkanînên dîktatorîyê tu carî nikarin dengên jinan qût bikin. Mîna her salê, dê îsal jî jin  di 8’ê Adarê de raperîna xwe veguherînin hêrsê û li qadan bin.  Emê li dijî qadên hatine qedexe kirin bi hêztir dakevin kolan û keçeyan.”