Jinan banga 8'ê Adarê kirin: Em nabin aliyê şer 2018-03-01 15:01:10 NAVENDA NÛÇEYAN  - Platforma Jinan a 8'ê Adarê li Stenbol, Amed, Edene, Mêrsîn, Wan û Nisêbînê daxuyanî dan û bernameyên xwe aşkere kirin. Platforma Jina a Stenbolê bang li hemû jinan kirin ku tev li mîtînga 4'ê Adarê ya Qada Cumhuriyetê a Bakirkoy bibin. Jinên Îdîrî jî bang li hemû jinan kirin ku tev li pîrozbahiyan bibin. Jinan li Nisêbînê qurnefîl belav kirin, li Mêrsînê kart şandin û li Edene û Wanê jî bernameyên xwe aşkere kirin.    Platforma Jinan a 8'ê Adarê ya Stenbolê di çarçoveya bernameyên 8'ê Adarê de li Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê civîna çapemeniyê kirin. Platformê bang li hemû jinan kirin ku di 4'ê Adarê saet di 12.00’an de li Qada Cumhuriyetê ya Bakirkoyê tev li mîtingê bibin. Di civînê de pankarta “Li dijî şer, OHAL û zayentîperestiyê, ji bo parastina ked, nasname û azadiyê em tê li ber xwe bidin" vekirin û piştre daxuyanî dan. Di civînê de Parlamentera HDP'ê Dîlan Dirayet Taşdemir û Endamên Platformê amade bûn. Li ser navê Platforma Jinan a 8'ê Adarê Endama Platformê Demet Koca, daxuyanî da û xwest jin li her qadê bi ruhê 8'ê Adarê têbikoşin. Koca, anî ziman ku ew bang li jinan dikin ku li dijî feraseta îktîdarê ya li ser her qada jiyanê tundî, zext, îstismar, tacîz, tecavuz, şer, OHAL û komkujigyê pêş dixe dakevin qadan. Koca anî ziman ku ew nabin aliyê şer û dê li dijî hişmeniya şer têbikoşin.    Koca, anî ziman ku her roj li dijî mirovan û xwezayê komkujî pêş dikeve û wiha got: "Yên nabin perçeyên vê komkujiyê her roj tên girtin. Di êrdîş û şerê dagirkeriya li dijî Efrinê herî zêde jin û zarok dikevin bin bandorê. Dewleta ku hêza xwe jin û civaka bê rêxistin digire, ol ji xwe re dike polîtikaya şer û şer rewa dike.    ‘EM BERXWEDANÊ HILDIBIJÊRIN   Koca, anî ziman ku dewleta bi hişmeniya mêrê serdest tev digere, li dijî jin û zarokan sûc dike û sûcê ku mêr dike nabine û mêr diparêze. Koca, bang li hemû jinan kir ku li dijî polîtîtîkayên paşverû û tundiyê bêdeng nemînin û dakevin qadan.    DI 4'Ê ADARÊ DE LI BAKIRKOY BIN   Koca, bang li hemû jinên kurd, tirk, laz, çerkez, boşnak, pomak û ermenî kir ku destûr nedin dengê wan bê qutkirin û li dijî hemû polîtîka û êrîşên paşverû şonenîst û zayendîparêz, di 4'ê Adarê de li Qada Bazara Gel a Bakirkoyê kom bibin û tev li mîtîngê bibin.   DÊ LI ÎDIRÊ ROJ ŞEMIYÊ 8'Ê ADARÊ PİROZ BIKIN   Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî bi heman armancê daxuyanî da û bang li hemû jinan kir ku tev li pîrozbahiya 8'ê Adarê ya di 3'ê Adarê de li Cafe Balkonê pêk bînin kir. Di bangê de hat diyar kirin ku dê Parlamentera HDP'ê ya Agiriyê Dilan Dirayet Taşdemir jî tev li şahiyê bibe. Jinan anîn ziman ku dê bernameya wan roja şemiyê saet di 10.00'an de li Cafe Balkonê pêk bê.      LI NISÊBÎNÊ STARTA 8'Ê ADARÊ DAN    Platforma Jinan a Şahmaran a Mêrdînê bi heman armancê Starta 8'ê Adarê li Nisêbînê dan. Parlamentera HDP'ê ya Bedlisê Mizgîn Irgat, Endama Dîwana Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Saliha Aydeniz, endam û rêveberên HDP û DBP’ê li ber avahiya HDP'ê ya Nisêbînê kom bûn û piştre li jinên navçeyê qurnefil belav kirin.    JINAN ASTENGÎ NAS NEKIRIN    Tevî polîsan der û dorê avahiya HDP'ê girtin jî dîsa jinan bi cilên herêmî û qurnefilên di destê xwe de bi siloganên “Jin, jiyan, azadî” meşiyan û qurnefil belav kirin. Dema polîsan xwest jinan asteng bike, jinan bertek nîşanî polîsan dan û gotin jinekê bertek nîşanî polîsan da û got: "Ma gotina Jin, jiyan, azadî jî qedexe ye" û bertekên xwe anî ziman. Jinan piştî qurnefil belav kirin, dîsa hatin avahiya HDP'ê û li vir şahî pêk anîn. Jinan bi dîmenên rengî bernameya şahiya 8'ê Adarê pêk anîn.    Parlamentera HDP'ê ya Bedlîsê Mizgîn Irgat, 8'ê Adarê li hemû jinan pîroz kir û diyar kir ku jin bibin yek dê hemû zext û zordariyê li ser xwe bişkînin. Irgat,  jinên Efrînê yên di bin êrîşên TSK'ê de jî silav kirin û got: "Em dê bi hevre têkoşîan xwe berdewam bikin. Em 8'ê Adarê li Jinên Efrinê û hemû jinên rojava pîroz dikin. Têkoşîna me ya mafdar dê dirokê binivîse."    BERNAMEYA WANÊ AŞKERE KIRIN   Platforma Jinan a Ahtamara ya Wanê jî li avahiya Platforma Şaxan a KESK'ê bicivîna çapemeniyê bernameya xwe aşkere kirin. Endama Platforma Jinan a Ahtamara Parêzer Sevda Aydin bernameya dinavbera 1-8'ê Adarê de aşkere kir û wiha got:    * 2'ê Adarê saet di 13.00'an de em dê li PTT’ê ji jinên girtî re name bişînin.    * 3'ê Adar3e saet di 13.00'an de em dê li Salona KESK'ê pêşengeha resîman a jinan vekin.    * 4'ê Adar3e saet di 11.00'an de li Qada Îskeleyê Tûra Bîsîkletan û firandina Balonên Xemrî. Saet di 14.00'an de jî li KESK'ê Panela Jinan.    * 5'ê Adarê saet di 13.00'an de Li Tekstil Kentê ziyareta Nexweşxaneya Welidandinê   * 6'ê Adarê saet di 13.00'an de li Tiyatro Mencelê Lîstika "Mala Bernarda Alba’    * 7'ê Adarê saet di 12.00'an de li Beşyolê dê bi erbaneyê qurnefilan belav bikin.    * 8'ê Adarê saet di 11.00 -17.00'an de em dê li li Parka Musa Anter Mîtînga jinan li dar bixin. Hemû jin dawetî ne. "   BERNAMEYA EDENE AŞKERE KIRIN   Platforma Jinan a Edeneyê jî bi heman armancê bernameya xwe aşkere kirin. Endamên Platformê Li şaxa Egîtîm Sen'ê ya Edeneyê daxuyanî dan. Jinan li salonê pankartên "Em li dijî şer, tundî, zayendîparêziyê ji bo ked, nasname û azadiyê di ber xwe didin" vekirin.    Li ser navê Platforma  Jinan a Edeneyê Prz. Sevil Aracı Bek, diyar kir ku ew dê li dijî şer, tacîz, tecawiz tundî û zextên li ser jinan dakevin qadan û li ser piyan bin. Bek, diyar kir ku di sala 2017'an de 409 jin û 20 zarok hatin kuştin û 387 zarok rastî îstîsmara zayendî hatin. Bek, anî ziman ku heta hemû daxwazên jinan pêk bê dê li qadan bin.   Bek daxwazên xwe wiha rêz kir:    * Em li dijî tundî, tacîz, tecawiz û kuştina jinan ewlehiya xwe dixwazin.   * Em dixwazin dawî li halê baş ê bersûcên ku mafê jinan binpê dike bînin.    * Em dixwazin li her qadê stargeh û navendên ku jin karibin bi hêsani xwe bigîninê bên vekirin û avakirin.    * Li şûna cezayê îdam û xesandinê yê li dijî îstîsmara zarokan, divê bernameyê parastina zarokan û perwerdehiyê têxin meriyetê.    * Di qada perwerde, tenduristî û xizmeta civakî ya ji bo zarokan divê polîtîkayên parastinê bên pêşxistin. Divê li dijî zewaca zarokan bê tawîz têkoşîn bê dayîn.    * Divê mafê LGBTÎ yan bi zagonan bê parastin.    * Em dixwazin li herêmê û li welat pirsgirêka kurd bi riya aştî, adîl, demokratîk û wekheviyê bê çareserkirin.    * Em dixwazin polîtîkayên şer ên bêtir mafê jinê ji destê wê digire û dengê wê qut dike bi dawî bibe.    * Em karên bi nîtelîk û ewle dixwazin. Dîsa mafê kedê yê mirovane dixwazin. Dîsa em dixwazin kreşên bê heq û her kes karibe sûdê jê bigirin dixwazin."    * Em şert û mercên kar yên em rastî cudahiyê neyên û neyên tacîz û tecawizkirin dixwazin. Em dixwazin li dijî qeza û cînayetên kar ewlehiya jinê bê girtin û tenduristiya wê bê parastin.    * Mafê perwerde û tenduristiya bê heq em dixwazin. Disa mafê zimanê zikmakî em dixwazin.    *  Em mafê rêxistina sendîkayî ya bi hişmendiya jinê ya bê sînor dixwazin.    * Bila 8'ê Adarê bibe roja destûrê ya fermî."     Bek piştî daxwaz rêz kirin bernameya hefteyê bi raya giştî re parve kir.      LI MÊRSÎNÊ KART JI JINÊN GIRTÎ RE ŞANDIN   Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Mêrsînê jî bi heman armancê ji girtiyên jin re kartên 8'ê Adarê şandin. Jin li ber PTT'ê ya Navendê kom bûn û berî kartan bişînin li ser girîngî û wateya 8'ê Adarê axivîn. Jinan ji Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Figen Yuksekdag, Parlamenterên HDP'ê Çaglar Demirel, Selma Irmak, Burcu Çelik û hevşaredarên jin ên girtî re kart şandin.    LI AMEDÊ PÊŞENGEH VEKIRIN   Li Amedê jî Platforma Dîlce Amed ya Jinan de Pêşangeha wênyeyan a bi navê "Ji objektîfkên jinan" hat pêşandan di pêşangekê de wêneyên ji aliyê jinan ve ên deraberê 8'ê Adarê de ku li bajarên cuda cuda haitibûn kişandin dan pêşandan. Platforma Dîcle Amedê ya Jinan, bi minasebeta 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li Diyar Galeryayê pêşangeha wêneyan a bi navê "Ji objetîfkên jinan" da pêşandan.  Ji bo merasîma pêşangehê ku hat kirin, parlamentera Amedê ya HDP'ê Feleknas Uca, Hevseroka HDP'ê Fîlîz Buluttekîn,  Endamên Platforma Dîcle Amdê û gelek jin tevli bûn. Wêneyên ku ji bi objektîfa jinan derabrê 8'ê Adarê de li bajarên cuda cuda hatibûn kirşandin ên jinên berxwedêr hatin pêşandan. Di merasîmê de aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Zekiye Yilmaz axîvî. Zekiye bang li hemû jian kir ku tevli çalakiyên 8'ê Adarê bibin, got ku tirsa wan ji tu kesî tune ye û got ku ew ê tişta divê bê kirin bikin.   DESTÛR NEDAN QURNEFILAN BELAV BIKIN   Jinan piştî pêşengeha wêneyan vekirin, derbasî Sûrê bûn û xwestin li vir qurnefilan belav bikin. Jin ji aliyê sedan polîsan ve haten asteng kirin. Jinan jî bi tîlîliyan barîkata polîsan şermezar kirin û qurnefilên di destê xwe de li jinên di rêyan de belav bikin.b Jinan bê navber silogana “Jin jiyan azadî” berz kirin. Jin piştre meşiyan avahiya DBP'ê ya Sûrê.    BANG LI MÎTÎNGA ÊLÎHÊ KIRIN   Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Êlihê jî li avahiya HDP'ê ya Navçeya Navendî kom bûn û banga mîtînga 8'ê Adarê kirin. Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran, rêveberên HDP, KCD, Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek nûnerên din amade bûn. Li salonê fîlemayên "Biji 8'ê Adare"  vekirin. Jinan cilên gelêrî li xwe kirin û tev li daxuyanyê bûn Li ser navê jinan Aktîvîsta TJA Songul Korkmaz bernameya 8'ê Adarê parve kir.    Yilmaz, anî ziman ku dê di 8'ê Adarê de li Êlihê mîtîngê li dar bixin û Endama Meclîsa HDP'ê Serpil Kemalbay, Parlamenterên HDP'ê Ayşe Acar Başaran û Saadet Becereklî tev li daxuyaniyê bibin. Yilmaz bang li hemû jinên Êlihî kir û xwest tev li mitînga 8'ê Adarê bibin.    Bernameya 8'ê Adarê ya Êlihê wiha ye:    * 2 Adar: Dê ji jinên girtî re kartan bişînin.    * 3 Adar: Dê li dijî cînayetên jinan bi posterên jinan li Kozlukê bimeşin.    * 4 - 8 Adar: Dê esnafan ziyaret bikin.    * 8 Adar: Li Stadyuma 16'ê Gulanê mîtînê pêk bînin.      BERNAMEYA RIHAYÊ AŞKERE KIRIN     Platforma Jinan a Rihayê jî li şaxa ÎHD'ê ya Rihayê bi cîna çapemenyê bernameya xwe aşkere kirin. Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Dilek Ocalan, diyar kir ku ew dê li her qadê tekşîna xwe bilind bikin û bi bernameyên panel, şahî, civîn û mîtîngan dengê xwe bilind bikin.    Bernameya Rihayê wiha ye:    * 2'ê Adarê: Dê li Navend û navçeyan ji jinên girtî re kart bên şandin. (14.00)   * 3 Adar: Li Mala Mamosteyan şahiya jinan (13.00)   * 8 Adar: Li Avahiya Egîtîm Sen'ê dê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (11.00)    * 9 Adar: Li Salona Konferansê ya Tahir Elçî ya Baroya Rihayê pêşandana sînemayê.    * 10 Adar: li salona Konferansê ya Tahir Elçî ya Baroya Rihayê bi tevlêbûna Parlamentera HDP'ê Huda Kaya panela ‘Jin û OHAL’ dê bê lidarxistin.      DÊ LI GEVERÊ ŞAHÎ BÊ LIDARXISTIN   Li navçeya Geverê ya Colemêrgê jî jin dê bi bernameyên cuda 8'ê Adarê pîroz bikin.    Bernameya 8'ê Adarê ya Geverê wiha ye:    * “2'ê Adarê: Dê kartan ji jinên girtî re bişînin û malbatên rastî tundiyê hatine ziyaret bikin.    *5 Adar: Bi tevlêbûna parlamenteran dêli navenda sûkê li esnafan belavok bên belavkirin û esnafan ziyaret bikin.    *6 Adar: Dê li Navenda Kar a Zagrosê li Metro Kafe şahî bê lidarxistin. "