Jinan di nobeta edaletê ya Roboskiyê de starta 8’ê Adarê da 2018-03-01 17:38:34   ŞIRNEX - Jinên Şirnexî di çalakiya nobeta edaletê ya hefteya 322’yemîn a Roboskê de, starta 8'ê Adarê dan û qûrnefîl li jinên Roboskê yê belav kirin.     Jinên endamên Rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Şirnexê, bi malbat û xizmên 19 jê zarok 34 kesên li gundê Roboskê yê Qilabanê di encama bomberana balafirên şer ên TSK’ê de jiyana xwe ji dest dan re, starta çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jina a Cîhanê dan.  Jinên di çalakiya hefteya 322’yemîn a Roboskê de li hev kom bûn qûrnefîl li jinên Roboskê belav kirin. Jinên Roboskê di çalakiyê de cilên reş li xwe kirin û wêneyên 34 xizmên xwe yên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dayîn hilgirtin.    ‘GUH BIDIN HEWARA DAYÎKAN’   Piştî daqeyek rêzgirtinê, Hevaroka HDP’a Şirnexê Zeynep Unat, axaftinek kurt kir. Dûre li ser navê Malabatên Robaskê Bêrîvan Encu daxuyanî da û wiha axivî: “Guh bidin hewara dayîkan. 322 heftene em çalakiya xwe ya edaletê berdewam dikin. Lê hîna edalat nehatiye cih. Li gel vê yekê jî emê li dijî şer, xwîn rijandin û bêmafiyan derbikevin.”    ‘DÊ JIN DÎROK QIRÊJ BIGUHERIN’   Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Leyla Bîrlîk jî, diyar kir ku di dîroka cîahnê de tim jinan wijdan, exlaq, edalet û civakbûyîn avakirine. Bîrlîk, da zanîn ku di xezaya jinê de zilm tuneye û wiha got: “Dîroka ji aliyê hişmendiya zilam û desthilatdaran ve hatî nivîsandin, tim xwestine navê jinê ji wê dîrokê bibin. Lê îro dê jin wê dîroka qirêj biguherin. Dê ji bi destên xwe ji nû ve dîrok cîhan û xezayê binivîsin.”   Piştî axaftinan, jinan qûrnefîl li jinên Roboskê belav kirin.