Berdewama Angela Davîs: Îro li Efrînê hemû jin Davîs in 2018-03-02 11:28:15 EFRÎN – Hevseroka Meclîsa Tenduristiyê Angela Reşo li Efrînê li eniyan yek bi yek geriya û ji cîhanê re ragihand û got: “8’ê Adarê tê. Em ê wek jinan ji vê pêvajoyê re pêşengiyê bikin. Dê her kes di bin van êrîşan de jinên Efrînê jî bibîne.”  Tevî biryara Agirbesta Sûriye êrîşên li ser Efrînê di roja 42’yemîn de dewam dikin. Êrîşên Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) û di bin navê Artêşa Azad a Sûriye (ÖSO) yên li dijî Efrînê bi dijwarê didomin û hêzên QSD’ê û gelê Efrînê jî li dijî êrîşan bajarê xwe diparêz in. Herî zêde jî jin di refên berxwedanê de cih digirin.    NAVÊ XWE JI JINA ŞOREŞGER DIGIRE    Yek ji van jinên berxwedanê didin nîşandan jî Hevseroka Meclîsa Tenduristiyê ya Efrînê Angela Reşo ye. Reşo zaroka 3’yemîn a malbatek ji 5 ferdan pêk tê ye. Reşo navê xwe ji jina şoreşger a bi nav û deng Angela Davîs digire. Reşo diyar kir ku bavê wê yê baweriya wî bi felsefeya komunîzmê tê lê kiriye û Reşo li Rûsyayê beşa dermansaziyê xwend. Reşo bi zimanê kurdî, erebî, rûsî û tirkî dizan.    SIVÎLAN TENÊ BERNADE    Malbata Reşo li Lazkiyê û Helebê dijî û ew jî piştî di sala 2009’an de xwendina xwe temam dike tê Efrîne. Reşo li Efrînê dermansziyê dike û 3 sal berê niha jî ji bo Hevserokatiya Meclîsa Tenduristiyê tê hilbijartin û niha jî li qada tenduristiyê seferber bû. Reşo di serî de navenda Efrînê û li navçeyên Raco, Cindirês, Şiyê, Şera, Mabeta, Şêrawa û Bilbilê nokteyên tenduristiyê kordîne dike û eniyan vala nahêle û alîkariya sivîlên birîndar dibin dike.    ‘DAVÎS LI ROJAVA NE’    Reşo anî ziman ku tew tunebe her roj “lîsteyê komkujiyê” bi hemû raya giştî re parve dike û got: “Ji bo min a herî girîng di nav şoreşa Rojava de rengê jinê ye. Pergalek ku jin dikaribe xwe li Rojhilata Navîn pênase bike hat avakirin. Ev pergal ji ber xwe ve nehat avakirin. Me mîrateya jinên pêşeng û şoreşger ji xwe re esas girt û ev pergal hat avakirin. Yek ji wan jî jina şoreşger Angela Davîs . Di dema xwe de bavê kesek komunîst bû. Di nav Partiya Komunîst a Sûriyeyê de cih digirt. Wê demê têkoşîna Angela Davîs pir li serê bandor kiriye. Tenê ne bavê min dayika min jî jê bi bandor bû. Dayik û bavê min dibistan nexwendibûn. Lê bi derfetan xwe li pêş xistin. Bavê min, Davîs dişopand. Davîs li Amerîkaya Latîn jinek şoreşger a bi nav û deng bû. Yek ji jina ewil a ji bo mafê jinê têkoşiyaye. Girêdana wî ya ji bo Davîs navê wê li min kir.”    YPJ PÊŞENGIYÊ DIKE    Reşo bal kişand ser êrîşên Efrînê û wiha got: “Jin xwe li dijî êrîşan didin nîşandan. Berxwedan bi pêşengiya YPJ’ê li pêş dikeve. Hemû cîhan şahidiya vê pêşengiyê dike. Çend rojên din em ê 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê pêşwazî bikin. Em ê wek jinan pêşengiya vê pêvajoyê jî bikin. Dê her kes di bin van êrîşan de jinên Efrînê jî bibîne. Jin û ramanê wê her mirovan li pêş dixe. Mînakên Angela Davîs gelek in. Îro li Rojava dijîn. Ji eniyên şer heta qada civakî vê rewşê xwe nîşan daye.”    ANGELA DAVÎS KÎ YE?   Angela Yvonne Davîs di sala 1944’an de li bajarê Birmingham ê Amerîkayê hatiye dinê. Jinek di salên 1970’an de mohra xwe li şoreşê daye û jinek şoreşger bû. Davîs têkoşîna azadiya reşikên li Amerîkayê da meşandin.    MA / Nazim Daştan