‘Binçavkirin û girtin nikarin têkoşîna jinan rawestînin’ 2022-03-30 10:11:30 AMED - Jinên li Amedê hatibûn binçavkirin û hatin berdan gotin: “Em ê li ber îktidarê îtaet nekin. Wê têkoşîna me bênavber ji bo jiyana demokratîk berdewam bike.”  Jinên li Amedê di komele, rêxistin û sendîkayên demokratîk de xebatê dikin, bi zextên darazê re rûbirû dimînin. Di 16’ê adarê de polîsan li ser fermana Serdozgeriya Komarê ya Amedê avêtibû ser gelek malan û 24 jinên aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endam û rêveberên HDP’ê, endamên Komeleya Jinan a Rosayê û sendîkayên girêdayî KESK’ê hatibûn binçavkirin. Ji van 24 jinan 11 jin ji ber xebatên xwe yên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiyê ya Cîhanê û 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê hatin girtin. Jinên mayîn serbest hatin berdan.    POLÎTÎKAYÊN LI SER JINAN TÊN SEPANDIN    Ji jinên hatin berdan Nevîn Oyman a endama Desteya Rêveberiya Komeleya Jinan a Rosayê got operasyona li hember wan pêk hatiye ne ya ewil e û wê ne ya dawî be jî. Oyman diyar kir ku li dijî jinên têdikoşin û dibêjin “ez heme” polîtîkayên êrişkirinê berdewam dikin û ew li dijî koletiya li wan tê ferzkirin li ber xwe didin. Oyman destnîşan kir ku jin wê tu demê dest ji têkoşîna xwe bernedin û got: “Nexasim di nava du salên dawî de li Amedê gelek jin hatin binçavkirin û girtin. Peyama ‘ji malê dernekevin’ didin me jinan û dixwazin peşkê li têkoşîna me bixin. Dewlet dibêje ‘ya hûnê li ber min serî bitewînin an jî em ê we bigirin’. Li dijî jinan polîtîkaya tepisandinê ferz dikin.”    KRÎMÎNALÎZEKIRINA XEBATÊN JINAN    Oyman bal kişand ser hêceta binçavkirin û girtina jinan û wiha got: “Komeleya ez lê dixebitim, komeleyek li dijî tundiyê xebatê dike. Em li dijî tundiyê disekinin lê me binçav dikin. Ji ber ez tevli çalakiya Roja Dijî Tundiyê bûme hatim binçavkirin. Ji min pirsên derbarê 25’ê Mijarê de kirin. Dixwazin têkoşîna me ya li dijî tundiyê krîmînalîze bikin. Rojên gerdûnî jî wek sûc tên nîşandan û bi awayê dixwazin te didarizînin. Pirsa derbarê çima ku ez tevli çalakiyên li dijî betalkirina Peymana Stenbolê bûme ji min kirin. Têkoşînek me ya gerdûnî ku roj bi roj mezintir dibe heye. Em bi polîtîkayên pergalê dizanin. Ji bo em werin van rojan me bedelên mezin dan û ji bo em bibihîjin rojên xweştir çi ji destê me were em ê bikin.”   HÊCETÊN BINÇAVKIRINÊ    Emîne Akşahîn a endama sendîkaya Egîtîm Senê ku serbest hat berdan jî da zanîn ku têkoşîna wan a demokratîk wek sûc hatiye nîşandan û kirine hêceta binçavkirina wan û got: “Di binçavan de xebata me ji min hat pirsîn. Çalakiyên me yên 25’ê Mijdarê û 8’ê Adarê deng vedabûn û vê yekê wek sûc dîtin. Tevî astengî û zextan jî me çalakî û şahî li dar xistin. Me wek sendîkayê çi çalakî, daxuyanî li dar xistibe û tevî ku walîtiyê destûr daye jî wek sûc danîn pêşiya me.”    ‘EM Ê JI ÎKTIDARÊ RE ÎTAET NEKIN’    Akşahîn anî ziman ku di serî de çalakiyên wan ji bo Peymana Stenbolê û hemû xebatên ku birêve birine kirine mijara lêpirsînê û wiha got: “Çiqas zextan li me dikin bila bikin, çiqas me binçav dikin û digirin bila bikin, lê wê têkoşîn û berxwedana jinan bi dawî nebe. Wê zextên dewletê nikaribe tevgera me rawestîne. Çiqas ew peşkê li deng, reng û berxwedana jinan bixin jî em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin. Em ê ji îktidarê re îtaet nekin û em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em ê ji bo jiyana xwe, azadî û aştiyê têkoşîna xwe mezintir bikin. Wê têkoşîna me ya ji bo jiyanek demokratîk bênavber berdewam bike.”    MA / Eylem Akdag