Li Stenbolê jinek hat qetilkirin 2022-03-30 11:23:48   STENBOL - Li navçeya Bagcilarê Ramazan Onat hevjîn û cîranê xwe qetil kirin.    Li navçeya Bagcilar a Stenbolê zilamê bi navê Ramazan Onat duh bi şev hevjîna xwe Gulşen Onat û cîranê xwe Ahmet Kadîr Çakir qetil kirin. Li ser îxbarê tîmên tenduristiyê û polîsan sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Tîmên tenduristiyê Ahmet Çakir ê li kolanê giran hate birîndarkirin rakirin nexweşxaneyê. Hat hînbûn ku tevî hemû mudaxileyan Çakir li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest daye. Di kontrolkirina tîmên tenduristiyê ya li malê de jî hate diyarkirin ku Gulşen Onat jiyana xwe ji dest daye. Piştî êrişê Ramazan Onat jî bi heman çekê întîhar kir. Ramazan Onat ê bi awayekî giran birîndarkirî rakirin nexweşxaneyê jî li vir jiyana xwe ji dest da.    Hate diyarkirin ku zarokekî Ramazan Onat û Gulşen Onat heye, di dema bûyerê de zarok li malê razabûye û ji aliyê şêniyên malê yên dengê çekê bihîstin ve ji malê hatiye derxistin.