Li Esenyurtê jinek hate qetilkirin 2022-04-04 11:04:54   STENBOL - Li navçeya Esenyurtê zilamê bi navê Alpaslan Ç., naverasta kolanê Kader G. revand û qetil kir.    Li navçeya Esenyûrt a Stenbolê zilamê bi navê Alpaslan Ç. du bi şev Kader G. ya ji Rawestgah Metrobûsê ya Senayî ya Haramîdere peya bû, revand û bi çekê qetilkir. Pişt re kujer bi heman çekê întîhar kir. Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Kader G. ya bi awayekî giran birîndarkirî rakirin nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Dermankirina kujer Alpaslan Ç. ya li nexweşxaneyê didome.    Hate diyarkirin ku lêpirsîna têkildarî bûyerê didome.