Jinên rojnameger dê îsyanê binivîsin 2018-03-03 11:07:28 STENBOL - Rojnamegerên jin ên ku dengê îsyana jinan a 8'ê Adarê li cîhanê belav bikin, diyar kirin ku dê ji bo hevalên xwe yên girtî jî li qadan bin û wiha gotin: “Em hem dê bibin perçeyekî îsyanê û hem jî vî îsyanê li hemû parzemînên cîhanê belav bikin."  Jin li her derê Tirkiye li dijî polîtîkayên tundî, zext, gefên qirkirina li diji xwe, xwe amade dikin ku di 8'ê Adarê de dakevin qadan û dengê xwe bilind bikin.  Jinên rojnameger jî dê bi pênûs, kamera û wênekêja xwe bibin deng û awazên îsyana jinan. Jinên rojnameger dê bi nûçeyên binivîsin, wên û dîmenên bikişîn dê qerîn, tilîlî û hawara jinan li çar aliyê cîhanê belav bikin. Jinên rojnameger ku bibin dengê jinan bang li hemû kesan kir ku ji bo 8'ê Adarê dakevin qadan.    MALPERÊN BI HIŞMENDIYA JINÊ DINIVÎSIN RASTÎ ASTENGIYAN TÊN   Nûçegîhana Ozgur Gelecek Rahîme Karvar, diyar kir ku li Tirkiye rojnamegerî wekî lixwekirina îşligê ji agir e û wiha got: "Dema rojnamegerên jin karê rojnamegeriyê dikin, rastî gelek tundî û dijwariyan tên û wiha got: "Malperên bi hişmendî, ziman û nerîna jinan nûçeyan çê dikin her tem rastî astengiyan tên û bê navber tên girtin. Em bi tabloyek wisa 8'ê Adarê pêşwazî dikin. Ji ber vê yekê çêkirina nûçeyan a bi çavê jinan pir watedar e. Pir kêm rojnameger hene ku dengê jinên li Sûrê ku têkoşîna jyanê didin hene. Li Mêrsînê jinek ducanî ji ber ku ducanî bû ji kar hat dûrxistin. Ji bo vê yekê divê hişmendiya jinê û çavê jinê hebe. Li hemû qadên jiyanê hişmendiya mêrê serdest heye. Ji ber vê yekê hebûna rojnamegerên jin pir girîng e. Em rojnamegerên jin dê di 8'ê Adarê de li qadan bin û bibin deng û awaza jinan û li cîhanê belav bikin. Hem, di 8'ê Adarê de emê li qadan bin û bibin perçeyekî îsyanê û hem jî em dê dengê jinan li cîhanê belav bikin.    KEPENEK: EM DÊ DEGNÊ JINAN BELAV BIKIN   Nûçegîhana Jinnewsê Evrim Kepenek, anî ziman bi nêzîkbûna 8'ê Adarê re zextên li ser rojnamegerên jin, binçavkirin, girtina rojnamegerên jin nayên qebûlkirin. Kepenek, anî ziman ku her çend hevalên wan ên jin girtî bin jî, ji girtîgehê nûçeyan ji wan re dişînin û tu astengî nikarin rê li pêş wan bigirin. “Em dê di 8'ê Adarê de bi kamera, wênekêş li qadan bin û bibin dengê jinan. Em dê îsyan û dengê jinan di her platform û qadên de bilind bikin û bidin xuyakirin."    DEMîR: EM DÊ BI MÎRATEYA KU ME JI GURBETELLÎ ERSOZ GIRTIYE TEV BIGERIN   Nûçegîhana Ajansa Mezopotamya (MA) Necla Demîr jî diyar kir ku gelek rojnamegerên jin girtî ne û wiha got: "Rojnaemgerên girtî dê 8'ê Adarê di nava çar diwaran de derbas bikin. Jinên ku bi ked û têkoşîna xwe hene, dê her qadê bikin 8'ê Adarê. Tundiya li ser jinê her ku diçe bêtir mirovan diêşîne û bêzaer dike. Yên ku deng û awaza jinan di 8'ê Adarê de bide xuyakirin dîsa rojnamegerên jin in. Jinên bi perspektifa jinê rojnaemgeriyê dikin hene. Heta ku ev jinên rojnameger hebin dê girîngî û wateya 8'ê Adarê bêtir bi ruh bibe. Ji ber vê yekê em dê bi mîrateya me ji Rojnameger Gurbetelli Ersoz bibin dengê jinan û 8'ê Adarê li jinên girtî pîroz dikin.    GUNDUZ: KAMERAYÊN ME DÊ JI BO JINAN QEYD BIKIN   Nûçegîhana Sendika.orgê Gul Gunduz jî anî ziman ku wekî hemû qadên jiyanê di qada rojnamegeriyê de jî jin rastî tundî û cûdakariyê tên û wiha got: "Em hewl didin hem li qadê û hem li buroyê bêdir bibin dengê jinê û gotina jinê bidin xuyakirin. Em tenê nûçeyan naşopînin. Di heman demê de em dibin dengê jinê jî. Em dê di vê 8'ê Adarê de jî ji bo wekhevî, azadî û laîklîkê bêdeng nabin û bibin dengê jinan."    ŞAHîN: EM DÊ COŞÊ BIDIN XUYAKIRIN   Nûçegîhana Ajansa Nûçeyan a Etkînê (ETHA) Semiha Şahin jî anî ziman ku rojnameger piştî OHAL'ê rastî zextên dijwartir hatin û wiha got: "Malper û rojnameyên nûçeyên jinan diweşînin hatin girtin. Dewlet êdî nabêjie ev rojnameger e û nêzîk nabe. Ger ku muxalif be ji bo xwe talûke dibîne û dike dehef. Tevî hemû zextan em dê dîsa li qadan bin. Di 4'ê Adarê de li Bakirkoyê em dê mîtînga jinan bişopînin û bibin dengê jinan. Em dê reng û coşa jinan bilind bikin û belav bikin.    METE: ROJA JIN SERÎ HILDIDIN   Edîtora Ajansa Nûçeyan a Pîr (PÎRHA) Nilgun Mete jî diyar kir ku jin dê di 8'ê Adarê de li diji neheqiyê li qadan bin û wiha got: "Em dê di 8'ê Adarê de li qadan bin û bibin dengê jinên ku ked û mafe wan tê xwarin.    URUN: EM HEBÛN EM HENE EM DÊ HEBIN     Edîtora Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî Hicran Urun, diyar kir ku li Tirkiye bi taybetî piştî OHAL'ê tundiya li ser jinê zêde bûye û wiha got: "Îro bi taybetî piştî şerê Efrînê Medya Îktidarê bi yek dengî bûye dengê şer. Yên li dijî vê yekê derdikevin dengê wan tê qutkirin. Malpera me ya înternetê ji aliyê BTK'ê ve cara 69'an hat asteng kirin. Her roj hevalên me yên xebatkar tên binçavkirin. Lê me qet nabin perçeyê vî şerî. Em dê li dijî polîtîkayên nijadperest, zayendîperet û tundiyê dengê jinan bilind bikin."    Urun, Jinan silogana 8'ê Adarê li dijî tundî û zext û şer bilind kirin. Em dê bibin dengê têkoşînê jinên bîatê nakin û têkoşînê bilind dikin. Em di vê 8'ê Adarê de li dijî şer tundî û kedxwariyê dibêjin, 'Em hebûn, em hene û em dê hebin. û dengê jinan bilind bikin. Em wekî rojnamegerên jin ên dengê wan tên qutkirin jî dibêjin em hebûn, em hene û em dê hebin.      UNAL: EM DÊ VÊ COŞÊ BIGÎNIN GEL    Nûçegîhana Mucadele Birligi Serpil Unal jî 8'ê Adarê li hemû jinan piroz kir û diyar kir ku we dê îsyana jinan bilind bikin. Unal, anî ziman ku dê di 8'ê Adarê de li qadan bin û bibin dengê jinan.      KURAL: EM DÊ JI BO HEVAILÊN XWE YÊN GIRTÎ MIBEŞIN   Nûçegîhana Bianetê Beyza Kural jî anî ziman ku ew dê wekî her sal li dijî tunî û zextên mêr li qadan têkoşîna xwe bilind bikin û bimeşin û xwe ji her sal bêtir bi hêz dibînin û dê bimeşin.    MA / Sadîye Eser - Bilal Seçkîn