'Neberdana Tûglûk îşkence ye' 2022-04-10 09:06:49     STENBOL - Aktivîsta mafên jinan Canan Arin, diyar kir ku neberdana Aysel Tûglûk îşkence ye û got: "Hê jî şansê Aysel Tûglûk ê tedawîkirinê heye. Lewma demildest divê bê berdan û tedawîkirin."    Siyasetmedar Aysel Tûglûk ku li Girtîgeha Kandira ya Kocaeliyê ya Jimare 1 a Tîpa F'yê nexweşîna "demansê" lê peyda bûye, ji ber rapora "dikare di girtîgehê de bimîne" ya Saziya Tiba Edlî (ATK) nayê berdan. Ji bo berdana Tûglûkê ku her diçe tenduristiya wê xirabtir dibe kampanyaya îmzeyan "Ji bo Aysel Tûglûk 1000 Jin" hatibû destpêkirin. Aktivîsta mafên jinan Canan Arin ku ew jî di nava vê kampanyayê de ye, destnîşan kir ku neberdana Tûglûkê îşkence ye.    SAZIYA TAYBET DESTHILATÊ: ATK   Arin, bibîr xist ku raporên nexweşxaneyê ragaihandine ku Tûglûk nikare bi tena serê xwe bijî, lê dîsa jî nayê berdan. Arin, destnîşan kir ku ARK bûye "saziyeke taybet" a desthilatê û ji bo Tûglûk neyê berdan çi ji desta tê dike.    ÎŞKENCE   Arin, bilêv kir ku êrişa "dijminane" ya li hemberî cenazeyê dayika Tûglûkê, bûye sedema nexweşîna "demans"ê û ATK gotiye Tûglûk dikare "parastineke qismî" bike û ji ber vê berdana wê asteng kiriye. Aring ot: "Di Hiqûqa Ceza ya Tirk de tiştekî wekî 'parastina qismî' tune ye. Lewma tiştên li Aysel Tûglûkê tên kirin îşkence ye."    'DEMILDEST DIVÊ BÊ BERDAN   Arin, destnîşan kir ku di şexsê Tûglûkê de îşkence li girtiyên nexweş tê kirin û got: "Niha ev bêhiqûqîtî tenê ne li Aysel Tûglûkê, li hemû girtiyên siyasî tê kirin. Tiştên li Osman Kavala, SelahattîN Demîrtaş û gelek kesên din tên kirin hemû berhema heman polîtîkayan e. Li Tirkiyeyê bi hezaran kes bêyî ku sûcên wan hebin girtî ne. Ji lewra li Tirkiyeyê azadî tune ye. Hema bibêje hiqûq ji bo pakkirina sûcdarên edlî ye. Lê ev hiqûq û daraz li bi bêrehm nêzî girtiyên siyasî dibin û cezayên giran li wan dibirin. Ji ber hindê madem hê jî jî şansê Aysel Tûglûkê yê tedawîkirinê heye, nexwe demildest divê bê berdan û tedawîkirin."    'ÊRIŞA LI SER NASNAMEYA JINÊ'   Arin, diyar kir ku li Tirkiyeyê li hemberî jinên girtî êrişeke sîstematîk heye û got: "Li girtîgehan bi taybetî êrişeke li ser nasnameya jinan heye. Jinên girtî gava regl dibin, di warê pedan de jî bi pirsgirêkan re rû bi rû dimînin. An pir hindik didin wan an jî qet. Kantînên girtîgehan bûne mekanîzmayên şêlandinê. Li girtîgehan dewlet ji xeynî cezayê hatiye birîn cezayine din li girtiyan dibire û îşkenceyê li wan dike. Aysel Tûglûk, ger ne parêzer bûne, ger nasnameyeke wê ya siyasî tune bûna û di têkoşîna jinê de têkoşîneke xurt nekirinana dê bi muameleyeke wiha re rû bi rû nemana."    Arin di dawiya axaftina xwe de bi taybetî jin û giştî bang li her kesî kir ku divê bibin dengê Aysel Tûglûkê û xwest Tûglûk dmeildest bê berdan.    MA / Esra Solîn Dal