Ajotina bîsîkletê ji bo ‘Ewlekariya çemaweriyê’ talûke hat dîtin 2018-03-04 15:50:00 AMED - Jinan xwestin bi boneya 8’ê Adarê tûra bîsîkletê pêk bînin, lê polîsan bi hinceta “Ewlekariya çemaweriyê dixe talûkeyê” destûr neda. Jinan li dijî vê helwesta polîsan dirûşma “Jin, jiyan bîsîklet” berz kirin. Platforma Jinan a Dîcle ya Amedê (DAKP), di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de xwestin li ber Parka Rojava tûra bîsîkletê bikin, lê polîsan ew asteng kirin.  Jinên ku polîsan nehişt tûra bîsîkletan bikin, derbasî Şaxa Hejemara 2’yemîn a Egîtîm Senê bûn.  Jinên darbasî Egîtîm Senê bûn, ji bo şermezar kirina polîsan bîsîkletên xwe danîn baxçeyên Egîtim Senê  û pişta xwe dan polîsan. Li ser navê DAKP’ê Parêzer Gulşen Ozbek axivî û wiha got: “Polîsan bi hinceta ewlekariya çemawerî tûra me ya bîsîkletan qedexe kirin.” Jinan piştî daxuyaniyê 5 deqeyan çalakiya rûniştinê pêk anîn. Piştî çalakiya rûniştinê jinan dirûşmên “Jin jiyana azad” û “jin jiyan bîsîklet” berz kirin û li çepikan xistin.    Jinan dûre ji bo beşdar bûna mîtînga 8’ê Adarê roja Pênçşemê ya dê li Qada Îstasyonê pêk bê, belavok belav kirin. Li aliyê din ji bo jinên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, li Salona Dawetê ya Nîlgun mewlîd hat dayîn. Gelek jin beşdarî mewlîdê bûn.