Polîsan li Çorlu jî mûdaxileyê 8’ê Adarê kir: 8 jin binçavkirin 2018-03-04 15:50:50 TEKÎRDAG - Li Çorlu, polîsan mûdaxileyê jinên xwestin bi boneya 8’ê Adarê daxuyanî bidin, kirin.  Li navçeya Çorlu ya Tekîrdagê Platforma Jinan a 8’ê Adarê xwest bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê daxuyanî bidin, lê polîsan mûdaxileyê jinan kir û 8 kes binçavkirin. Polîsan kesên binçav kirin birin Midûryeta Polîsan a Çorlu.   Navê 8 kesên hatin binçavkirin wihane: “Kubra Yilmaz, Alev Yildirim, Eda Erdogan, Onur Akkuş, Selman Altundal, Emek Serdar Çîçek û di xwendekarên paşnavê wan nehatin zanîn Gonul û Savaş.