Meclîsa Jinan a Tirkiyeyê dicive 2018-03-06 09:05:32 STENBOL-  Jinên ku berê li meclîsên bajar, navçe û zanîngehan dihatin gel hev, niha jî wê di bin banê Meclîsa Jina ya Tirkiyeyê de bên gel hev û di 11'ê Adarê de jî civîna xwe ya ewil çê bikin. Endama Meclîsa Jina ya Stenbolê Dîlara Gevrek, bang li jinan kir: "Em bi hev re çareseriyeke hevpar ji pirsgirêkên xwe re bibînin."  Jinên ku di 29'ê Tîrmeha 2017'an de bi dirûşmeya "Dest nede kincên min" hatin gel hev, di 6'ê Tebaxê de li Parka Demokrasî ya Maçkayê formek li dar xistibûn û di formê de biryara avakirina Meclîsên Jinan dabûn. Piştî vê biryarê jin li bajar, navçe û zanîngehan xwe bi rêxistin kirin û niha jî Meclîsa Jina ya Tirkiyeyê ava dikin. Wê jin di 11'ê Adarê saet di 15.00'an de li Navenda Çandê ya Turkan Saylanê ya li Maltepeyê bên gel hev û civîna "Meclîsa Jina ya Tirkiyeyê" çê bikin. Tê payîn ku wê ji hemû herêmên Tirkiyeyê jinên bi şidetê re rû bi rû mane, malbatên jinên hatine kuştin, muzîkjen û hunermend tev li civînê bibin.   Endama Meclîsa Jina ya Stenbolê Dîlara Gevrek, der barê çalakiyên xwe û Meclîsa Jina ya Tirkiyeyê de agahî dan.    'ME XWEST EM DENG LI HEMÛ JINAN BIKIN'    Gevrek, anî ziman ku ew Meclîsên Jinan wekî qada têkoşînê ya jinan dibînin û rêxistinbûyîna bi terhê meclîsê herkesî wekhev dibîne, hiyerarşiya wê tune ye. Gevrek, diyar kir ku wan xwestiye ew deng li hemû jinan bikin û got: "Fikrê wan çi dibe bila bibe, em fikirîn ku em ê herî baş çawa xizmeta jinan bikin û em ê çawa karibin bi hevdu re hin tiştan bibêjin. Jixwe ji bo em bang li tevayiyê bikin me fikra meclîsîbûnê esas girtibû. Madem em evqasî zêde ne, me xwest em li her derî bang li tevayiyê bikin. Me got em perçeyên vê yekê bigihînin hev û meclîseke giştî ava bikin. Me ji bo vê yekê jî got bila Meclîsa Tirkiyeyê be."    Gevrek, diyar kir ku wê xebatên wan ên li bajar, navçe û zanîngehan dewam bikin. Gevrek ji bo civîna ku dê di 11'ê Adarê de çê bikin jî got, ew ê der barê pêşeroja xwe de bi hev re biaxvin û wan çawa li bajaran civînên xwe yên meclîsan li dar dixistin, ew ê niha jî wisa bikin. Gevrek destnîşan kir ku hemû jin dikarin tev li civîna wan bibin. Gevrek bi lêv kir ku ew ê jin bi hev re li dijî cinayetên jinan, şideta li dijî jinan derkevin û bêdeng nemînin.   Gevrek bang li hemû jinan kir, got: “Em bi hev re çareseriyeke hevpar ji pirsgirêkên xwe re bibînin. Em bi meclîsan xwe bi rêxistin bikin."