Jinan 8’ê Adarê bi şahiyan pîroz kirin 2018-03-06 15:12:59 NAVENDA NÛÇEYAN - Jinan li Sêrt, Dîlok, Şirnex û Mêrdînê, di çarçoveya pîrozbahiyên 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhan dibin abluqeya polîsan de şahî pêk anîn û qurnefîl li welatiyan belav kirin. Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Sêrtê, 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li avahiya  partiyê şahiyek pêk anîn. Endama  Dîwana Seroktaiya KCD’Ê Mekiye Guzel, Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Saadet Becerîklî û Dayîkên Aştiyê beşdarî şahiyê bûn.    Piştî axaftinan di şahiyê de, jinan guvend gerandin, tilîlî berz kirin û dûre wêneyên komî kişandind.    DÎLOK    Platforma Jinan a Demokratîk li Dîlokê jî, di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê de, ji girtiyên jin re kart û name şandin. Jinên ku li ber avahiya Şaxa SES’ê kombûn, ji vê derê jî haya avahiya PTT’ê çûn.   Li ser navê platformê Hevseroka HDP’ê ya Dîlokê Sultan Bayindir axivî û wiha got: “Em ê tu carî dest ji têkoşîna jinê bernedin. Em ê tu carî teslîm nebin. Em ê hişmendiya serdest a dewletê hilweşîn in.”   SÎLOPΠ   DENGBÊJ HATIN GUHDARKIRIN   Li navçeya Sîlopî ya Şirnexê jî, di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê de koma Dîwana Dengbêjan starên xwe sitirîn. Şahî li Avahiya HDP’ê ya navçeya pêk hat û parlamentera HDP’ê ya  Şirnexê Aycan Îrmez û Meclîsa Dayîkên Aştiyê beşdarî şahiyê bûn. Jinên ku bi cilên xwe yên herêmî beşdarî şahiyê bûn, bê navber dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe”, “Bijî berxwedana Efrinê” û “Jin, jiyan, azadî” berz kirin.   Piştî axaftinên hatin kirin, jinên dengbêj kilam gotin û şahî bi gerandina guvendê bi dawî bû.   QOSER   JINAN DI ABLUKEYA POLÎSAN DE QÛRNEFÎL BELAV KIRIN   Platforma Jinan a Şahmaran a Mêrdînê jî, li navçeya Qoserê qûrnefîl belav kirin. Jin li avahiya HDP’ê ya navçeyê kombûn û heya avahiya DBP’a navçeyê bi qurnefîlên di destên xwe de meşiyan. Parlamentera HDP’ê ya Amedê Sîbel Yîgîtalp û Meclîsa Dayîkên Aştiyê beşdarî meşe bûn û demekê kurt ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Jin dûre dibin ablukeya polîsan de heya Qada Azadiyê meşiyan û qûrnefîlên di destên xwe de li welatiyan belav kirin. Jinan di meşe de bê navber tilîlî û dirûşma “Jin, jiyan û azadî” berz kirin. Jinan piştî qurnefîl belav kirin, vegeriyan avahiya DBP’a navçeyê û guvend gerandin.    Çalakiya jinan bi pêşandana sînevîzyonê bi dawî bû.