Çalakgera Nobeda Edaletê Tîmûr: Em netirsiyan, em ji niha pê ve jî natirsin 2022-05-06 09:42:05   WAN - Çalakgera Nobeda Edaletê Aslihan Tîmûr ku bi salan bi awayekî sîstematîk rastî tahdeya dewletê hatiye got: "Tu tişt nema nehat serê me, lê em netirsiyan û ji niha û pê ve jî em ji kesî natirsin."    Li Wanê Nobeda Edaletê ya xizmên girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatiye şewitandin didome. Ji çalakgerên Nobeda Edaletê Aslihan Tîmûr, dayika girtî Botan Tîmûr, di roja 45'an a nobedê da anjiyo bûbû û nobed dewrî hevjînê xwe Kazim Tîmûr kiribû. Tîmûr, piştî baş bû cardin ji cuhê mayî daxilî nava nobedê bû.    Dayik Aslihan Tîmûr, di sala 1981'ê de li gundê Mezra yê Bêşebaba Şirnexê zewiciye û bi navê Naîm (30), Rojhat (28), Azad (27), Welat (25), Botan (23) û Hamit (15) 6 zarokên wê çêbûne. Di sala 1988'an de gava xizmên hevjînê wê cerdevantiyê li wan ferz kirine, wan jî qebûl nekiriye û bar kirine çûne Colemêrgê. Malbata Tîmûr gava diçe Colemêrgê, li vir jî bi tahdeya dewletê re rû bi rû dimîne.    Li vir polîs bi awayekî sîstematîk avêtine ser mala Aslihan Tîmûrê. Di avêtina ser malê de 4 zarokên wê hatine binçavkirin û ji wan 2 jê hatine girtin. Di sala 2014'an de polîs avêtine ser malê û Azad, Naîm û Botan hatine binçavkirin. Ji wan Naîm û Botan hatine girtin û Azad jî hatiye berdan. Naîm 8 mehan û Botan jî salekê di girtîgehê de maye. Di sala 2016'an de jî bi îdiaya "xwekuj" e Botan li Wanê li mala birayê xwe Rojhat hatiye binçavkirin û paşê hatiye girtin. Piştî darizandinê 18 sal ceza li Naîm Tîmûr hatiye birîn. Ji ber vê Naîm çûye derveyî welêt û Azad jî koçî bajarekî din kiriye. Piştî Botan hatiye girtin dayik Aslihan Tîmûr mala xwe aniye Wanê.   Dayik Tîmûr, behsa tahdeya dewletê û têkoşîna xwe ya li dijî vê tahdeyê kir.    'ME SERÎ NETEWAND'   Dayik Tîmûr, bibîr xist ku ji ber xizmên hevjînê wê cerdevantî li wan ferz kirine ji Şirnexê bar kirine û got: "Ji ber ku hevjînê min nebû cerdevan ji me nefret dikirin. Lê tevî hemû tahde û girtinan jî me serî netewand. Ger em bûbûna cerdevan dê rewşa me ya aborî baş bûna, lê em nebûn. Me ev qas zor û zehmtî kişandin lê dîsa jî me serî netewand."    'BOMBE AVÊTIN MALA ME'   Dayik Tîmûr, diyar kir ku piştî li Colemêrgê bi cih bûne cardin bi tahdeya dewletê re rû bi rû mane û got: "Polîs 24 saetan li ber mala me bû û tim bombeyên gazê diavitin. Rojekê gava min nan li tendûrê dixist, bombeya gazê avêtin hundirê me, mala me şewitî. Cîran gihaştinê e wtefandin. Ez ji xwe çûm. Ji ber tahdeya dewletê me ji Colemêrgê jî bar kir."    Dayik Tîmûr, bilêv kir ku kurê wê Botan 6 sal in di Girtîgeha Wanê ya Tîpa F'yê de di beşa "kategoriyê" de ye û hê jî tê darizandin. Tîmûr, diyar kir ku tê xwestin 9 caran cezayê muebed li kurê wê bê birîn û got: "Ma kurê min çi kiriye ku dixwazin ev qas cez alê bibirin? Di danişînan de angaşt bi delîlan hatin pûçkirin. Dosye vikî vala ye."    'DIVÊ DAYIK RABIN SER PÊYAN'   Tîmûr di dawiya axaftina xwe de got: "Em edaletê dixwazin. Divê dayik rabin ser pêyan. Gava em dengê xwe bilind bikin dê bê bihîstin. Em naxwazin cenaze ji girtîgehan derkevin. Tenê ne ji bo zarokên xwe ji bo hemû girtiyan di çalakiyê de me. Bila girtiyên nexweş bên berdan û îşkenceya li girtîgehan bi dawî bibe. Bila baş zanibin, heya ev bêedaletî hebe dê çalakiya me bidome. Tu tişt nema nehat serê me, lê em netirsiyan û ji niha û pê ve jî em ji kesî natirsin."    MA / Mehmet Şah Orûç