HDP’ê Kongreya Jinan a Herêma Behra Reş li dar xist 2022-05-06 15:22:32   ENQERE - Konferansa Navendî ya HDP’ê yekemîn konferansa xwe li Behra Reş li dar xist.    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Konferansa Jinan a Herêmê li Behra Reş li dar xist. Beriya Konferansa Jinan a Navendî, Konferansa Jinan a Herêmê ya ewil bi dirûşma “Em di azadiyê de biisrar û di têkoşînê de bibiryar in” li Behra Reş hat lidarxistin. Di konferansê de li gel rêxistinên bajêr û navçeyan, Hevberdevka Herêmê ya HDP’ê Nûray Bedîrkurum, endama Meclisa Partiyê (PM) ya HDP’ê Nûrcan Karasu, Hevseroka HDP’a Samsunê Fatoş Çelîk û Nûnera Artvînê Denîz Yalçin jî amade bûn.    Di axaftina destpêkê ya konferansê de Nûray Bedîrkurum anî ziman ku barê têkoşîna jinan li ser milên wan e û dê Rêya 3’yemîn a ji bo komareke demokratîk jî bi perspektîfa jinan ava bikin.    Di civînê de li gel krîzên piralî yên welat, her wiha pirsgirêk û pêdiviyên taybet ên herêmê jî hatin nîqaşkirin û hat gotin ku divê têkildarî mijarên penaber, karkerên demsalî û jinan de jî xebatên baştir bên kirin. Hat destnîşankirin ku profîla penaberan a rojhilat û rojavayên herêmê ji hev cuda ne û girîngiya têkiliyên bi jinên li nava dixebitin re jî hate vegotin.