DAKAP: Jin dê vê zimandirêjiya feraseta nêrza bi dîwêr ve bizmar bike 2022-05-06 20:08:23   AMED – DEKAP’ê bi daxuyaniyekê êrişa li ser Navenda Giştî ya HDP'ê û Berdevka Meclîsa Jinan Ayşe Acara Başaranê şermezar kir û got: “Jin dê vê zimandirêjiya feraseta nêrza bi dîwêr ve bizmar bike."    Platforma Jinan a Amed Dicleyê (DAKAP) têkildarî êrişa li ser avahiya Navenda Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û heqeretên li Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaranê li avahiya TUMBEL-SEN a Şaxa Amedê daxuyaniyek da. Parlamenterên HDP yên Amedê Remzîye Tosun û Dersîm Dağ jî tevli daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta li ser “Em li ber tundiyên zilaman bêdeng namînin” nivîsandî hat hilgirtin.   ‘BAŞARAN VÎNA GEL E’   Hevseroka Komeleya Hiqûqnasan a Ji Bo Azadiyê (OHD) Ozum Vûrgûn daxuyanî xwend. Vurgun bi lêv kir ku desthilatdara AKP-MHP'ê her diçe zextên li ser jinan û partiyên muxalîf zede dike. Vûrgûn anî ziman ku dewletê bi hêza xwe ya leşkerî hêza 2 malbat birine ber avahiya HDP'ê û provakasyon çêkirine û heqeret li Berdevka Meclîsa Jinan Ayşe Acar Başaranê kirine û wiha got: “Ayşe Acar Başaran vîna gel e. Ew heqeret li hemû gel hatiye kirin. Em wan heqeretan qebûl nakin. Em nahêlin ku hezên dewletê yên leşkerî zextan li gel bikin, em rê nadin.”   Vûrgûn destnîşan kir ku ev zext û heqaretên tên kirin hêzê ji polîtikayên bêcezakirine digirin got: “Li vir em bang li desthilatdariyê dikin. Demildest dest ji hedefgirtina partiyên siyasî, biçûkxistinê û tundiya li ser jinan berdin. Em dizanin ku ev zimanê gefxwarinê, kîn û tundiyê yê li dijî têgihîştina siyasî, kes û dijberan ji ber polîtîkayên bêcezatiyê ne. Divê ew polîsê xwedî vî zimanî têkeve ber lêpirsînê."   'JI WE ZÊDE YE!'   Paşê  Parlamentera HDP ya Amedê Remzîye Tosûn axivî. Tosun diyar kir ku desthilatdariya zilam ji ber ku ji hêza jinan ditirse êriş dike û got: “Projeya Suleyman Soylu li Amedê pûç bû. Ew malbat birin navenda me ya giştî û xwestin ku li wir jî provakasyonekê bikin. Li Îzmirê jî bi vî awayî provakasyonek kirin û hevrêya me Denîz Poyrazê li wir qetil kirin. Xwestin ku li wir jî heman tiştî bikin û heqeret li berdevka me Ayşe Acar Başaran kirin. Em vî tiştî qebûl nakin. Ne hedê kesî ye ku parlementera me bi dîwar ve bizmar bike. Jin dê vê zimandirêjiya feraseta nêrza bi dîwêr ve bizmar bike. Dê ev zimanê li hemberî hevalên me yên jin bê qut kirin. Çeteyê zimandirêjî kiriye demildest divê ji peywirê bê girtin û bê cezakirin. Lê desthilat hemû hêzên xwe yên qirêj li hemberî têkoşîna kurdan û jinên kurd bi kar tîne. Jin li her derî têdikoşin. Çi dikin bila bikin, em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin."    Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.