‘Roja edalet bê em ê Roja Dayikan pîroz bikin' 2022-05-07 09:16:05 AMED - Nazîme Boltan diyar kir ku bi salan e li wêneyan mêze dike û wisa Roja Dayikan pîroz dike û wiha got: "Roja edalet bê û em bigihên zarokên xwe, em ê vê rojê pîroz bikin."  Her sal yekşema dudoyan a meha Gulanê wekî Roja Dayikan tê pîrozkirin. Jin û dayikên kurd, her sal bi xemgînî vê rojê pêşwazî dikin. Lewre roj heye dayikên kurd bi erdê ve tên kaşkirin, roj heye tên girtin, li nav kuçeyan tên qetilkirin û li ber çavên zarokên wan heqaret li wan tê kirin. Lê tevî hemû êş û azaran jî dayikên kurd dev ji berxwedana xwe bernadin û qadên tahdeyê vediguherînin qadên berxwedanê. Ji van dayikan yek jê jî Nazîme Boltan a 59 salî ye ku 173 roj in di Nobeta Edaletê de ye.    Dayik Boltan, wekî bi hezaran dayikên kurd bi salan bi tahdeya dewletê re rû bi rû maye. Di salên 1990'î de gundê wan Sîsê yê Licê ya Amedê 3 caran ji aliyê dewletê ve hatiye şewitandin. Boltan ku di 20 saliya xwe de bi pismamê xwe re zewiciye, piştî zewiciye çûye navçeya Solxan a Çewligê û li wir 4 zarok anîne dinê. Boltan ku hevjînê wê 16 salan di girtîgehê de maye, tevî hemû zor û zehmetiyan jî bi derfetên xwe zarokên xwe mezin kiriye. Malbata Boltan, piştî wextekê cardin ji ber zextên dewletê koç kiriye û vê carê hatiye Amedê. Kurê wê yê herî biçûk Ciwan Boltan (30) li ber vê tahdeyê rabûye û ji ber vê caran hatiye binçavkirin, îşkencekirin û herî dawî jî berê xwe daye çiyê. Ciwan Boltan, li çiyê di şerekî de birîndar bûye û bi birîndarî hatiye girtin. Ciwan Boltan niha di lîsteya girtiyên nexweş ên rewşa wan giran de ye. Dayik Nazîme Boltan jî ji ber ku rewşa kurê wê her ku diçe xedar dibe, daketiye qadan û têdikoşe.    ATK'Ê EW BERNEDA   Ciwan Boltan, di şerekî de birîndar bûye lê gava cenazeyên kesên jiyana xwe ji dest dane rakirine morgê, ji bo wî jî gotine miriye û ew jî rakirine morgê. Lê gava li morgê tê dîtin ku hêj sax e, tê tedawîkirin. Ji ber şer destekî Boltan tune ye û çavekî wî jî kor bûye û perçeyên şarapnelê di serê wî de hene. Bi îdiaya "xirabkirina yekitî û yekparebûna dewletê" cezayê muebbeta giran lê hatiye birîn. Lê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) derbarê cezayê wî de biryara binpêkirina mafan daye. Lê Tirkiye heya niha têkildarî vê biryarê tu gav neavêtine. Boltan ku niha di Girtîgeha Bolû ya Tîpa F'yê de ye, her diçe tenduristiya wî xirabtir dibe . Nexweşxaneyê rapora "nikare di girtîgehê de bimîne" daye wî lê Saziya Tiba Edlî (ATK) berevajî vê raporê raporek çêkiriye û bi vî awayî pêşî li ber berdana Boltan girtiye.    ‘10 SAL IN DÛRÎ MIN E'   Dayik Nazîme Boltan, destnîşan kir ku 10 sal in kurê wê dûrî wê ye û wiha got: "Ciwan 10 sal in dûrî min e û nexweş e. Cihê wî ne girtîgeh e. 6 meh in di Nobeta Edaletê de me. Ji bo ew û yên wekî wî bên berdan em Nobeda Edaletê digirin. Destekî Ciwan tune ye û çavekî wî nebaş e. Dixwazim bê berdan û em wî derman bikin. Ji ber ku nikare bi tena serê xwe jiyana xw ebidomîne. Roja Dayikan ji bo me ne rojeke rihet e. Hevjîna Erdogan jî 10 salan dûrî zarokên xwe be dê çi hîs bike? Ev çend sal in em di rojên taybet de jî dûrî hev in. Cejn çêbû, me ew nedît. Ez tev li Nobeta Edaletê bûm, min got belkî Ciwan bînin cihekî nêzî me. Me ji bo vê serlêdan kir lê qebûl nekirin."    DIYARIYA ROJA DAYIKAN   Dayik Boltan, bilêv kir ku gava kurê wê hatiye girtin biçûk bû û wiha domand: "Ciwan zarokê min ê herî biçûk e. Roja Dayikan dihat, diçûn an şerpeyek an jî kulîlkek dikirîn. Min tim ji wan re digot, 'tiştekî nekirin, bes li cem min bin.' Ciwan ji bo min pir hêja ye. Min ew bê bav mezin kir. Bavê wî di girtîgehê de bû. Paşê ew jî li hember tahdeya li ser kurdan rêya xwe bijart. 4 sal in min ew nedîtiye."    Boltan anî ziman ku Roja Dayikan ji bo wan qet xweş derbas nabe û wiha pê de çû: "Xwezî ev roj ji bo dayikên me jî xweş derbas bûbûna û zarokên wan li cem wan bûna. Bila zarokên me berdin da ev roj ji bo dayikên me jî xweş derbas bibin. Em jî dixwazin vê rojê bi dilekî rihet derbas bikin. Niha ciwan ne li cem min e. Roja Dayikan ez ê biçim odeya xwe û ez ê li wêneyê kurê xwe mêze bikim û pîroz bikim. Ez ê li wêneyan mêze bikim û bibêjim, 'Ciwanê min te roja min pîroz kir.' Ez tenê dikarim bi wêneyan pîroz bikim. Wekî din tiştek ji destê min nayê. Hesret û kedera wî ji me re dimîne..."   Di berdewamê de Boltan diyar kir ku tu sûcekî zarokên wan tune ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em kurd in û wisa hatine dinê û em ê wisa biçin axê. Em ê tu carî kurdbûna xwe û zimanê xwe înkar nekin. Em doza zimanê xwe dikin. Zarokên me tu tiştekî xirab nekirine. Zarokên me doza axa xwe kirine."    Dayik Boltan xwest kurê wê bê berdan.    ‘ROJA EDALET BÊ EM Ê PÎROZ BIKIN'   Bi domdarî Boltan daxuyand ku ji ber tenduristiya kurê xwe bifikar e diyar kir ku ew jî nexweş e û ditirse kurê xwe nebîne. Boltan, axaftina xwe wiha qedand: "Ma mirov ev qas ceza li kesekî destekî wî û çavekî wî tune dibire? Bav û kalên kê ev qas sal sax mane? Ev çi zilm e. Bila destê xwe deynin ser wijdanê xwe. Bila girtiyên nexweş berdin. Ne 6 meh 10 meh jî derbas bibe heya daxwazên me neyên qebûlkirin em ê li kuçeyan bin. Em doza heq, hiqûq û edaletê dikin. Edalet ji bo her kesî hewce ye. Roja edalet bê tevahiya Tirkiyeyê, em ê wê rojê zarokên xwe hemêz bikin û vê rojê pîroz bikin. Ma heya edalet neyê û em zarokên xwe nebînin em ê çawa vê rojê pîroz bikin?"    MA / Eylem Akdag