Jinan bersiv dan êrişa li dijî Başaran: Em ê paş ve gav neavêjin 2022-05-07 13:26:05 DÎLOK - Jinan diyar kir ku êrişa li dijî Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, li dijî hemû jinên kurd hatiye kirin û li dijî van êrişan divê jin bibin yek. Jinan, da zanîn ku dê li hemberî êrişan paş ve gav neavêjin.    Jinan, êriş û provokasyona polîsan a li dijî Navenda Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û gefa polîsan a li dijî Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran şermezar kirin û wiha gotin: “Êriş, di şexsê Başaran de li dijî hemû jinên kurd hatiye kirin.”    Ji endamên HDP’ê Nefîse Boz anî ziman ku dewlet bi taybet jî ji jinên HDP’î ditirse û wiha got: “Lewma dixwazin HDP’ê bigirin. Bi van êrişan dîsa nîşan dan bê ka çiqas qels in. Dema bi gotina ‘tu tiştek nînî’ ve êriş dikirin, di esasê xwe de bêçaretî û bêhêziya xwe nîşan dan. Lê divê baş bizanin ku vîna jinan gelek xurt e. Em ê heta dawiyê bi Ayşe, Gultan û Fîgenê re bin. Dê nekarin me ji vê rêyê bikin. Dewlet ji jinên HDP’î ditirse. Lewma dijminatiyê dike. Divê ev polîs di zûtirin dem de bê darizandin.”    'BAŞARAN NE BI TENÊ YE’   Têkildarî mijarê ji Meclisa Jinan a Partiya Jinûveavakirina Sosyalîst (SYKP) Yonca Firat jî diyar kir ku desthilatdariya AKP-MHP’ê hewl dide beriya hilbijartinê aloziyê derxîne û wiha domand: “Bi taybet jî hewl dide hebûna xwe li ser HDP’ê bidomîne. Êrişa li dijî Başaran hatiye kirin, li dijî me hatiye kirin. Her roj bi dehan jin tên qetilkirin. Dema em ji bo jinan derdikevin kolanan me îşkence dikin, ji pişt ve kelemçe dikin û binçav dikin. Gefan li me dixwin û ev zext di şexsê HDP’ê de bêhtir tên kirin. Di dema binçavkirinê de gefa destdirêjiyê dixwin û me tacîz dikin. Nayê qebûlkirin ku gefekî wiha li jinekê bê xwarin. Em dîsa dubare dikin ku Ayşe Acar Başaran bi tenê nîne.”   ‘PROVOKASYON BI DESTÊ AKP’Ê TÊN KIRIN’   Hevseroka HDP’a Dîlokê Ayten Kaya jî da zanîn ku êrişên heyî bi zîhniyeta dijminatiya jin û kurdan tên kirin. Kaya, destnîşan kir ku yên ku êriş kirin jî hêza xwe ji vê zîhniyetê digirin. Derheqê mijarê de endama HDP’ê Gulhan Ozkan jî ev tişt anî ziman: “Li dijî van êrişan em ê li her deverê li ber xwe bidin. Çi dikin bila bikin lê em ê paş ve gav neavêjin û dev ji doza xwe bernedin.” Ji endamên HDP’ê Babîle Koşmaz jî daxuyand ku provokasyona hatiye kirin bi destê AKP’ê hatiye kirin û axaftina xwe wiha qedand: “Bi dijminatiya kurdan vê dikin. Bi van êrişan re jin hedef tên girtin. Jin, bi xwerêxistinkirinê dikarin bersiva van êrişan bidin. Hewce bike em ê derî bi derî bigerin û jinan birêxistin bikin. Divê em xwe ji dinyaya serdest a zilaman rizgar bikin. Ji bo vê jî yekitiya jinan ferze.”    MA / Ceylan Şahînlî