Hatin dawiya desthilata xwe ya 20 salî 2022-05-08 09:05:11   MÊRSÎN - Jinên ku bertek nîşanî êrişa li ser HDP'ê û gefên li Berdevka Meclîsa Jinan Ayşe Acar Başaranê hatin xwarin dan, destnîşan kirin ku AKP hatiye dawiya desthilata xwe ya 20 salan û gotin: "Ev êrişkariya wan ji ber bêçaretiya wan e."    Bertekên li dijî provakasyona li hemberî Navenda Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başar didomin. Jinên HDP'î vê helwdana provakasyonê û gefên hatine xwarin wekî "Êdî hatine dawiya desthilata xwe" şîrove kirin.    Endama Meclîsa Jinan a HDP'ê Zahîde Yavûz bibîr xist ku di êrişa li ser avahiya HDP'ê ya Îzmîrê de Denîz Poyraz hatiye qetilkirin û gava Poyraz hatiye qetilkirin polîsek jî ne li wir bûye. Yavûz, tişta li hemberî HDP'ê hatiye kirin wekî helwdana "provakasyonê" nirxand. Yavûz, anî ziman ku di demên dawî de êrişên li hemberî partiya wan gihaştina asta herî bilind û got: "Me ev di 8'ê Adarê, Newrozê û 25'ê Mijdarê de dît. Em bi pergaleke ku ji hêza jinan ditirse û jinan wekî gefekê dibîne re rû bi rû ne."    Yavûz, destnîşan kir ku aramneceke êrişên AKP-MHP'ê jî girtina HDP'ê ye û got: "Lê her ku ew êriş bikin em ê vê têkoşînê hîn bêtir mezin bikin û tu carî dev ji têkoşîna xwe bernedin."    'JI BER BÊÇARETIYA XWE'   Endama Meclîsa Jinan a HDP'ê Nûran Arslan, provakasyona hatiye kirin wekî "Bi vê êrişê re desthilatê nîşan da ku bê çi qasî bêçare ye" nirxand û got: "HDP, partiya jinan, ciwanan û gelan e û vê yekê bi pratîka xw eîspat kiriye. Bihêzbûna HDP'ê pergalê diqilqilîne. Bi salan e êriş dike, lê nikare vê hêzê pasîfîze bike. Ji niha û pê ve jî dê nikare bike. Doza girtinê didome. Lê ev biryar biryareke bêhiqûqî û siyasî ye. Em baş dizanin ku her ku HDP xurt dibe pergala jî ji bo li ser pêya bimîne êrşan dibe ser HDP'ê. Êdî hatine dawiya desthilata xwe ya 20 salan."    'EM Ê SERÎ LI BER GEFÊN WAN NETEWÎNIN'   Arslan, bal kişand ser kûrbûna krîza aborî û bilêv kir ku êd bawerî bi vê desthilatê nemaye û got: "Desthilat bi van rêbazan dixwaze civakê çavtirsandî bike. Bloka faşîst a AKP-MHP'ê ku li bara civakê tu qîmeteke wê nemaye, heyfa vê bi êrişaên li ser HDP'ê distîne. Winda kirine û dizanin winda kirine. Tiştên li partiya me û wekîla me ya jin kirin heqareteke li hemû jinan hatiye kirin. Em ê serî li ber van gefan netewînin. Em bang li hêzên demokrasiyê jî dikin ji bo têkoşîneke bi hev re."    'DÊ KURD LI BER XWE BIDIN'   Endama Tevgera Jinên Azad Havva Tekînolmez jî got: "Em van êrişên li ser partiya me qebûl nakin. Hilbijartin nêz bûye û AKP-MHP ji ber ku dizane dê biçe, lewma dest bi êrişan kiriye. Ji wan weye ger HDP bê girtin dê şansê wan çêbibe. Lê em ê bi hêza HDP'ê bi hev re li çûna AKP-MHP'ê temaşe bikin. Lewma heya quwet di wan de heye êriş dikin. Lê çi dikin bila bikin dê kurd li ber xwe bidin. Em bang li hemû tevgerên jinan dikin; her kes divê li ber van gefxwarinan rabe û deng bilind bike."    MA / Mûkadder Akyol