Jin li dijî şer meşiyan 2022-05-08 20:24:20   STENBOL – Li Stenbolê jin bi boneya Roja Dayikan meşiyan. Dayikan gotin "Dewlet çi qasî pêşî li ber me digire bila bigire, lê em ê li ber xwe bidin" û bertek nîşanî şerê bi hevkariya AKP û PDK'ê tê kirin dan.    Bi pêşengiya Înîsyatîfa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê,Komeleya Alîkariya Bi Malbatên Girtî û hikumxwaran a Marmarayê (MATÛHAYDER) û Komeleya Xizmên Windayan a Anatolyayê (ANKAYDER) bi boneya Roja Dayikan li restoranteke li navçeya Sancaktepe ya Stenbolê şahiyek hat lidarxistin. Dayikên Nobeda Edaletê yên ji Îzmîr û Stenbolê hatin, xizmên girtiyan, Fehîme Poyraz (dayika Denîz Poyraz), Sêvê Demîr (dayika Sêvê Demîr ku li Silopiyayê hat qetilkirin), aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran, malbatên Roboskiyê û gelek kes tevli şahiyê bûn.    Li cihê şahiyê pankarta li ser bi kurdî “Heta ku em rojên azad ava bikin em ê tekoşîna xwe bîdomînin” nivîsandî hat vekirin û dowîzên li ser bi kurdî "Girtiyên siyasî rûmeta me ne",“Aştiyek bi rûmet”, “Bimre xiyanet” û “Bijî berxwedana rûmetê” nivîsandî hatin hilgirtin. Jinan di şahiyê de tim dirûşmeyên wekî “Biji berxwedana zindana”, “Jin jiyan azadi”, “Dayik şer naxwazin" berz kirin.    Şahî bi sirûda "Çerxa Şoreşê" û rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir.    ‘EM Ê LI BER XWE BIDIN'   Di şahiyê de Fehîme Poyraz dayika Denîz Poyrazê ewilî axivî. Poyraz, di destpêkê de Roja Dayikan pîroz kir. Poyraz destnîşan kir ku dayik li her derî têdikoşin û got: "Dewlet çi qasî pêşî li ber me digire bila bigire, lê em ê li ber xwe bidin. Û em ê serî netewînin. Em dayik em ê heya dawiyê li ber xwe bidin."    'BARZANÎ ZAROKÊN KURDAN DIKUJE'   Piştî Poyrazê Berdevka Înîsyatîfa Dayîkên Aştiyê ya Îzmîrê Behiya Yalçin axivî. Yalçin, destnîşan kir ku Roja Dayikan jî ji bo dayikên kurd qedexe ye û got: “Dayîkên kurdan jî wekî hemû dayîkên din yên cîhanê, zarokên xwe ji bo ku bêne kuştin nayênin cîhanê lê destûr nadin ku zarokên me birehetî jî jiyan bikin. Jibo şerê Ûkrayna-Rûsyayê hemû cihan dengê xwe derdixîne, lê ji bo gelê kurd xwe li nedîtinê datînin. Barzanî zarokên Kurdan dikuje. Ne tenê zarokên me, zarokên tirk û ereb jî dimrin.”   Ji çalakgerên “Nobeta Edaletê” a li Stenbolê Fînce Akman jî destnîşan kir ku gelê kurd bi zext û girtinê tune nabin û wiha axivî: “Zarokên me di zîndanan de tên îşkencekirin û kuştin. Dijmin ji her alî ve êrişî me dike û me destgîr dike. Her çi qasî ku zext li me tê kirin jî, em dest ji nobetên xwe bernadin.”    Akman, jinên ku hatine qetilkirin bibîr anîn û da zanîn ku navê Denîz, Zîlan, Arîn û Solîn li neviyên xwe kiriye. Akman bang li PDK’ê kir û got; “Ma qey tu ji ber hevkariya xwe ya bi dewleta tirk fedî nakî?”   Hunermenda Navenda Çanda Mezopotamya Dengbêj Xalîde di şahiyê de stran gotin. Dayikan jî bi çepik û tilîliyan hevrêtiya Dengbêj Xalîdeyê kir.    MEŞIYAN   Jinan piştî şahiyê bi dirûşmeyên wekî “Ji şer re na, demildest aştî”, “Bijî berxwedana zîndanan”, “Jin jiyan azadî” û “Berxwedan jiyan e”, li ser rêya Yakacik a E5'ê dest bi meşê kirin. Dayikan di meşê de bênavber li çepikan xistin û lîrandin û êriş şermezar kirin.    Di dawiya meşê de Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran axivî û got: “Şerê ku tê birêvebirin ne şerê me ye. Ev şer, şerê îtifaka AKP-MHP’ê ye. Bi vî şerî zarokên kurd û tirkan qetil dikin. Berpirsyarê her cenazeyê ku tê AKP-MHP’ye. Ji ber vê yekê ez bang li hemû jinên li Tirkiyeyê dikim, werim em bi hev re li dijî vî şerê qirêj bisekinin.”   Meş bi tilîliyan, bi çepk û berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.