Dayikên Aştiyê: Wê AKP û Barzanî winda bikin 2022-05-11 11:25:37   MÊRSÎN - Dayikên Aştiyê yên li Edenê û Mêrsînê, bertek nîşanî êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Herêma Kurdistanê û piştgiriya PDK'ê ya êrişan dan û gotin ku wê Erdogan û Barzanî winda bikin.    Êrişa ku Tirkiyeyê di 17'ê nîsanê de bi hevkariya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê yên Herêma Kurdistanê da destpêkirin, di roja 24'an de berdewam dike. Dayikên Aştiyê yên li Edenê û Mêrsînê, bertek nîşanî êrişan dan û gotin ku wê PDK bi hevkariya xwe ya bi Serokkomarî AKP'î Tayyîp Erdogan negihîje tu derî.    'TU ŞERM NAKÎ?'   Endama Meclisa Dayikên Aştiyê ya Edenê Şemsa Bagdû, diyar kir ku êriş bi çekên kîmyewî berdewam dike û wiha got: "Bangî Barzanî dikim, tu ji laçikên spî yên dayikên Komkuiya Helepçeyê jî şerme nakî? AKP ne tenê dijminê kurdên li Tirkiyeyê ne li dijî hemû kurdan e. Armanca AKP ne tenê PKK ye bidestxistina hemû xaka Kurdistanê ye. Malbata Barzanî mal li malê xwe zêde dike lê gel jî birçî ye. Tu şerm nakî? Te gelê xwe winda kir û kes li pişt te tuneye. Tu yê bi hevkariya Erdogan negihîje tu derê. Divê Barzanî nebe hevkarê rijandina xwîna zarokên kurdan.    'DIJIMINA BAV Û KALAN NABIN DOSTÊ LAWAN'   Endama Meclisa Dayikên Aştiyê ya Mêrsînê Heybet Kalkan, diyar kir ku dostê bav û kalan dostê lawan û ev tişt got: "Bila Barzanî destê xwe ji vî şerê qirêj vekişîne û li cem dijmin nesekine. Tu bi tang, top û çekên xwe êriş dikî. Êdî bes e. Erdogan te bi kar tîne. 45 sal in hûn hevparê vî şerî ne. AKP bikaranîna PDK'ê armanca dike ku PKK'ê biqedîne. Lê ne di ferqê de ne heke PKK biqede wê PDK jî biqede. Wê Barzanî û AKP winda bikin."   'EM LI CEM ZAROKÊN XWE NE'   Endama Meclisa Dayikên Aştiyê ya Mêrsînê Salîha Umît jî derbarê êrişê û hevkariya PDK'ê de ev tişt gotin: "Armanca Erdogan ew e ku Barzanî bi kar bîne û kurdan biqedîn.e Li zarokên me şer vedike û cihê vala wan davêje zindanan. Em li cem zarokên xwe ne."   BERTEKA LI PDK'Ê   Endama Meclisa Dayikên Aştiyê ya Mêrsînê Nafiye Çoban jî destnîşan kir ku bi salan e li dijî kurdan zilm heye û wiha got: "Ji ber ku li cem AKP'ê cih digire divê PDK şerm bike. Erdogan li girtîgehan îşkence li zarokên me dike û şer li wan vedike. Bila Barzanî hişê xwe bide serê xwe û dev ji vê piştgiriyê berde. Heta ku niquteke xwîna me bimîne em ê bertek nîşanî şer bidin û li cem zarokên xwe cih bigirin."