Li Rihayê mirina bigûman a zarokekê 2022-05-12 14:56:42   RIHA - Li Rihayê zarokeka bi navê Sabîha Kaya li malê bi awayekî gûman, mirî hat dîtin.    Zaroka bi navê Sabîha Kaya (17) li mala xwe ya li taxa Ûlûbagê ya navçeya Halîliyeyê ya Rihayê bi awayekî gûman mirî hat dîtin. Piştî ku cenazeyê Kaya li malê hat dîtin, tîmên polîs û tendûristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Tîmên tendûristiyê yên ku hatine malê tespît kirin ku Kaya jiyana xwe ji dest daye.    Dûre tîmên tenduristiyê cenazeyê Kaya ji bo karûbarên otopsiyê rakirin morga Saziya Tiba Edlî ya Rihayê. Hat zanîn ku derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.