Jinan ji bo ziman bang kir: Em bi zimanê xwe biaxivin 2022-05-13 09:18:28 AMED - Jinên amedî bal kişandin ser 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî û bang kirin: "Em ê nehêlin ku zimanê me bimire. Divê em bi zimanê zikmakî bi zarokên xwe re biaxivin."  Îsal jî navenda çalakiyên 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî Amed e. Çalakiyên ku demeke berê ji alîyê Tora Ziman û Çandê û Platforma Zimanê Kurdî hatin destpêkirin, dê di 15'ê Gulanê de li ber NCity AVM bi meşeke heya Parka Koşûyolûyê bi dawî bibe. Jinên amedî, têkildarî Cejna Zimanê Kurdî de axivîn.    BANGAWAZÎ   Emîne Altan (70) destnîşan kir ku polîtîkayên bişavtinê ku bi salane didomin negihaştine armanca xwe û wiha bal kişand ser girîngiya ziman: "Bila her kes li mala xw ebi kurdî biaxive. Her kes divê bi kurdî biaxive. Heya ji destê me bê divê em bi kurdî biaxivin û nehêlin bimire. Qethiyen em ê nehêlin ku zarokên me bên bişavtin. Dayik hemû divê bi kurdî bi zarokên xwe re biaxivin."    LI HER DERÎ KURDÎ   Dayika 5 zarokan Songul Kaya (43), bal kişand ser qedexeyên li ser ziman û got: "Li gelek qadan destûra zimanê me nayê dayîn. Lê em li malên xwe bi kurdî diaxivin. Li her derî heya ji destê me bê em ê zimanê xwe biparêzin û bi zimanê xw ebiaxivin. Hemû malbat jî divê li malên xwe bi zarokên xwe re bi kurdî biaxivin. Em nawazin zimanê me bimire. Nikarin zimanê me bikujin. Çi qasî êriş dikin bila bikin em ê jî ew qasî xwedî lê derkevin."    TENÊ BI KURDÎ DIAXIVIN   Metîha Fîdan (60) ragihand ku qet bi tirkî nizane û wiha axivî: "Ez tenê bi zimanê xwe dizanim. Ez her tim bi zarokên xwe û neviyên xwe re bi kurdî diaxivim. Tenê qenalên bi kurdî diaxivim. Çiya, pez û girên di wan qenalan de pir li xweş min dere. Em kurd in, em naxwazin zimanê me û çanda me winda bibe. Madem zimanê me bi kurdî ye, nexwe divê em bi kurdî biaxivin. Çi eleqeya me bi rojavayê re heye? Bila her kes bi kurdî biaxive, bila zimanê me winda nebe û zarokên me jî wekî me kurdî hîn bibin."    Dayika 4 zarokan Çîçek Orûç (33) jî wiha got: "Ez li gund mezin bûm, neçûm dibistanê. Tenê bi kurdî dizanim. Bila her kes jî ewilî bi kurdî biaxive. Em jin em ê nehêlin ku zimanê me winda bibe. Zarokên me diçin dibistanê, bi Tirkî diaxivin lê li malê ez bi kurdî bi wan re diaxivim. Her malbat divê wisa bike, çi qasî li dibistanan, li saziyan bi tirkî biaxivin, em jî li malê divê ew qasî bi wan re bi kurdî biaxivin."    Dayika 5 zarokan Medîne (38) jî nêrînên xwe wiha anî ziman: "Em bi kurdî bi zarokên xwe re diaxivin. Ji lew re em naxwazin zarokên me zimanê xwe ji bîr bikin. Ger ziman bê jibîrkirin eslê mirov jî wida dibe. Ez û hevjînê xwe li malê tim bi kurdî diaxivin. Ji lew re em naxwazin zarokên me zimanê xwe yê zikmakî ji bîr bikin. Her kes divê li malê bi kurdî biaxive."