Danişîna endama Komeleya Jinan a Rosayê Gultekîn hate dîtin 2022-05-13 12:51:11   AMED - Danişîna doza endama damezrîner a Komeleya Jinan a Rosayê Fatma Gultekîn ku di çarçoveya lêpirsîna komeleyê de tê darizandin hate dîtin.    Daneşîna 6’emîn a endama damezrîner a Komeleya Jinan a Rosayê Fatma Gultekîn ku ji ber lêpirsîna komeleyê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tê darizandin, li 10'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Gultekîn û parêzerê wê Şeyhmûs Bayhan di danişînê de amade bûn.    Şandeya dadgehê, diyar kir ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve derbarê Gultekîn de lêpirsîn hatiye destpêkirin û got ku ji bo eqûbeta lêpirsînê hîn bibin wê ji dozgeriyê re muzakere bê nivîsandin. Dadgehê danişîn taloqî 28'ê Îlonê kir.