Jinên TJA'yî: 40 sal in em nebûne aliyê têkçûyî, em ê cardin bi ser bikevin 2022-05-14 09:05:31 AMED - Jinên TJA'yî destnîşan kirin ku dê êrişên bi hevkariya AKP û PDK'ê tên kirin bi ser nekevin û gotin: "Bi salan e bi şer û qirkirinê bi ser kurdan de diçin. Lê me tu carî winda nekiriye. Em ê cardin bi ser bikevin."  Êrişên Tirkiyeyê yên bi hevkariya PDK'ê yên li ser herêmên Avaşîn, Zap û Metînayê yên Herêma Kurdistana Federe ji 17'ê Nîsanê ve didomin. Tirkiyeya ku nikare bi pêş ve biçe, cardin serî li çekên kîmyewî daye û hewl dide bi vî awayî bi ser bikeve.    Aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) êrişên Tirkiyeyê yên bi hevkariya PDK'ê tên kirin nirxandin. Jinan anî ziman ku ên herî zêde bandor ji şer digirin jin, zarok û xweza ye û xwestin şer bi dawî bibe. Her wiha jinan bibîr xist ku heya niha tu şerê li hemberî kurdan bi ser neketiya û di vî şerî de jî aliyê bi ser bikeve dê cardin kurd bin.    'NÊRÎNA PDK Û AKP'Ê YA LI JINAN HEMAN NÊRÎN E'   Aktivîsta TJA'yê Zulfiye Kîşmîr, destnîşan kir ku şerê bi hevkariya PDK û Tirkiyeyê tê kirin li hemberî destkeftiyên kurdan e û ev şer li dijî destkeftiyên jin û ciwanên kurd tê kirin. Kîşmîr got: "Helbet PDK dixwaze desthilata xwe biparêze. Lê PDK, li Başûrê Kurdistanê ne nûnerê gel e. Wekî bavê malbatekê tevdigere." Her wiha Kîşmîr destnîşan kir ku nêrîna PDK'ê û AKP'ê ya li jinan heman nêrîn e û got: "Lewma pê re hereket dike."    'EM DI ŞERÊ 40 SALÎ DE HÎNÎ BERXWEDANÊ BÛN'   Kîşmîr, anî ziman ku jinên kurd 40 sal in bi rastiya şerekî re rû bi rû ne û di vê têkoşîna 40 salî de jina kurd xwe nas kiriye û xwedî li axa xwe, zimanê û erdnîgariya xwe derdikeve. Kîşmîr, destnîşan kir ku jin bandorê ji şer digirin lê qethiyen dê nekevin weziyeta "mexdûran" û got: "Helbet jin bandorê ji şer digirin. Mînakên wê li Rojava, Şingal û Bakurê Kurdistanê hene. Ji lew re zarokên wan şehîd dikevin, hevjînên wan, keçên wan di vî şerî de diçin. Bedêlên pir mezin didin, lê bi van bedêlan jî destkeftiyên gelekî mezin bi dest dixin. Di salên 90'an de, di dema şewitandina gundan de bedêlên pri giran dan, lê bi vê rê hînî mayîna li ser pêyan jî bûn. Her wiha di sala 2015'an de gelek navçeyên Kurdistanê şewitandin. Dayikên me, ciwanên me û zarokên me li orta kuçeyê hatin kuştin. Ji bi van bedêlan hînî berxwedanê bûn."     'EM DAKEVIN KUÇEYAN'   Kîşmîr ku got "ma tiştekî ku em winda bikin heye?" axaftina xwe bi vî awayî domand: "Pergalên cîhanê cardin projeya sedsalekê dihûnin. Lê em ê sedsaleke din nemirin. Em ê rastî vê komkujiyê neyên. Lewma divê em hemû bi hev re li ber vî şerî rabin. Em dakevin kuçeyan, bibin mertalên zindî, em bedenên xwe ji bo gelên xwe bidin mertal. Êrişên li ser Şingalê, Kobanê û Başûr êrişên li ser me ne. Her kes divê li ber vî şerî serî rake. Tiştekî ku em winda bikin tune ye, lê gelek tiştên em bi dest bixin hene. Ger em rûnên em ê winda bikin, em serî rakin em ê qezenc bikin. Hemû kesên demokrasîxwaz, kesên mafên jinan diparêzin û edaletxwaz divê li ber vê hevkariya KDP-AKP'ê rabin û dengê xwe bilind bikin. Bi salan e li hemberî civaka kurd û jinan şer û qirkirin çêdibin, lê em tu carî nebûn aliyê windakirî, em tim bi ser ketine. Em ê îro jî û sibê jî bi ser bikevin."    'DÊ BI SER NEKEVIN'   Aktivîsta TJA'yê Rêvebira Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Remziye Daşlik jî diyar kir ku bi van êrişan re polîtîkaya qirkirinê û tepisandinê esas tê girtin. Daşlik, destnîşan kir ku polîtîkayên şer ên li hemberî kurdan dê bi ser nekevin û got: "Berê jî hatin ceribandin, lê hat dîtin ku ev ne çareserî ye. 40 sal in cîhan dibîne ku dê bi vî awayî bi ser nekevin."    'DIVÊ EM BIBIN DEBGEKÎ HEVPAR'   Daşlik, li dijî şer bang li her kesî kir ku dengê xwe bilind bikin û got: "Em dikarin bi hev re pêşî li ber vê bigirin. Divê em dev ji fikaran û helwestên neyekhêz berdin. Divê hemû kesên dibêjin 'ez demokrat im, rewşenbîr im, hunermend im' bi hev re dengê xwe bilind bikin. Ji lew re ev rûxandin bandorê li her kesî dike. Hemû pêşengên civakê divê pêşî li ber vê bigirin. PDK jî divê berbayî van lîstikan nekeve û demildest pêşî li ber vî şerî bigire. Ji lew re sînorên wê tên binpêkirin. Axirê ya tê talankirin gelê li wir, xwezaya wir û candarên wir in. Divê gelê xwe û sînorên xwe biparêze."    MA / Eylem Akdag