Polîsan, firandina nepoxan, stran û rûniştandin qedexe kir 2018-03-07 14:54:45 ENQERE – Polîsan destûr neda jinên endamên TMMOB’ê, Abîdeya Mafê Mirovan ziyaret bikin û xwestin firandina nepoxên xemrî jî bi hinceta “çalakî ye” asteng bikin. Lê li gel astengiyan jî jinan nepox firandin.  Jinên endamên Yekîtiya Odeyên Avahîsaz û Endezyarên Tirk (TMMOB) bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê li avahiya Şaxa Odeya Avahîsazan a Enqereyê civîna çapemeniyê li dar xistin. Jinan ser maseya daxuyaniyê bi lavantayan xemildandin û jinan lepikên spî li destê xwe kirin.    Li ser navê jinan Seroka Odeya Avahîsazan a Enqereyê Tezcan Candan Karakuş daxuyanî da û bal kişand ser girîngiya 8’ê Adarê û got: “Îro bi rastî jî jin nikarin mafê xwe bistînin, li her qadê tên cudakirin û li malan tên hepskirin. Mafên sedsalî ji aliyê AKP’ê ve hatine rakirin. Lê em ê dev ji mafê ku jinan bi berxwedanê sitendiye bernedin.”    'JI BAXÇEYÊ ME DERKEVIN’    Piştî civînê jinan xwest biçin serdana Abîdeya Mafê Mirovan a li Kolana Yukselê ku bi bariyeran dorpêç kirine. Lê polîsan li ber Odeya Avahîsazan pêşiya jinan girt. Polîs ketin baxçeyê avahiyê jî û ji jinan re gotin ku derketine derveyî avahiyê qedexe ye. Li ser vê yekê jinên endamên TMMOB’ê bersiv dan polîsan û gotin: “Ev der qada cemaweriyê ye. Ji baxçeyên me derbikevin.” Li ser astengiyê jinan xwest biçin serdana abîdeyê, lê polîsan bi hinceta “Rewşa Awarte” nehiştin çalakî li dar bixin.    JINAN POLÎSAN HIŞYAR KIR: EM NE BAYAN IN EM JIN IN   Polîsan nepox û kulîlkên di destên jinan de kirin hinceta qedexeya çalakiyê û gotin ku ew ê destûr nedin. Di dema nîqaşê de polîsek ji jinan re got “Em naxwazin hûn bayan zerarê bibînin, ji kerema xwe vê yekê nekin.” Li ser vê yekê jinan jî polîsan hişyar kir û got: “Em ne bayan in, em jin in.”    NEPOX, STRAN Û RÛNIŞTANDIN JÎ QEDEXE YE   Li gel hemû astengiyên polîsan jî jinan nepoxên xemrî yên di destên xwe de di nav dorpêça polîsan de firandin hewa. Jin li baxçeyê Odeya Avahîsazan stran gotin. Polîsan dîsa jinan asteng kir û gotin ku stran û rûniştandin qedexe ye. Li gel astengiya polîsan jî jinan stran vegotin û pişt re belav bûn.