Dengbêjên jin: Duh tahdeya mêr, îro jî ya dewletê 2022-05-15 09:28:50   EDENE - Dengbêjên jin ku ji ber dengbêjiya xwe bi salan li hemberî tahdeya mêran û ji ber zimanê xwe jî bi salan li hemberî tahdeya dewletê têkoşiyane, gotin: "Em ê her tim bi kurdî biaxivin û dengbêjiyê bikin."    Dengbêj Suphiye Bayav û Hakîme Bayav, bi salan e ji bo zimanê kurdî têdikoşin. Suphiye û Hakîme ku merivên hev in, bi salan e li hember çewisandina dewletê û mêr dengbêjiyê dikin û xwedî li kurdî derdikevin.    BANDOR JI RADYOYA ÊRIVANÊ GIRT   Suphiye Bayav (48) ku li gundê Erkendî yê navçeya Berwarî ya Sêrtê hatiye dinê, gava di zarokatiya xwe de heywan çêrandine Radyoya Êrivanê guhdar kiriye û ji ber wê dest bi kilaman kiriye. Bayav, bilêv kir ku lê ji ber ku wê demê mêran digot "jin û kilaman bibêj e, şerm e" nehiştine kilaman bibêje û got: "Mêran digot, lê ji bo jinan fedî bû. Em zarokên keç û jinan, me li cihên qelebalix nedigot. Me li çiyê bi dizîka digot."    Suphiye Bayav ku gava heywan çêrandine bi dizîka kilam gotine, di sala 1993'yan de gava eskeran gundê wan şewitandiye ji bêgavî hatiye Edeneyê. Bayav ku bi salan e bi hesreta welêt e, li vira Partiya Demokrasiyê ya Gel (HADEP) nas kiriye û daxilî nava xebatên partiyê bûye.    'ME DEV JI TÊKOŞÎNA XWE YA JI BO ZIMAN BERNEDA'   Bayav, di dema xebatên partiyê de li Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM) dest bi dengbêjiyê kiriye û got: "Radyoya dinyayê hebû wê çaxê, min li wir kilam digotin. Lê bi biryarnameyê hat girtin. Helbet me dev ji têkoşîna xwe berneda. Em li her derî ji bo kurdî xebitîn.    Bayav, destnîşan kir ku berê mêran nedihişt jin dengbêjiyê bikin û dewletê jî zimanê kurdî tamûl nedikir û got: "Niha 40 milyon kurd hene. Lê kurdî hê jî ne zimanekî fermî ye. Kursên kurdî ji aliyê dewletê ve tên girtin. Mirovên bê ziman dê winda bikin. Em dixwazin astengiyên li ber kurdî bên rakirin."    Bayav bang li dayik û bavan kir ku bi kurdî bi zarokên xwe re biaxivin.    TAHDEYA MÊR Û DEWLETÊ   Hakîme Bayav (64) jî di zarokatî û ciwantiya xwe de bi dizîka kilam gotine û got: "Niha ji min re dibêjin, 'axirkê te guh li wan nekiriye û te gotiye.' Berê mezinên me nedihiştin em kilaman bibêjin, lê niha jî dewlet zimanê me qedexe dike û nahêle. Lê em ê her tim kilaman bibêjin û bi kurdî biaxivin."   Bayav, bilêv kir ku dê mîrateyekê ji zarokên xwe re bihêle û got: "Ez temiyê li zarokên xwe dikim; dixwazim kilamên ku ez dibêjim qeyd bikin. Ger rojekê mirim bila winda nebin. Bila ji nifşên bê re jî bimînin. Ziman ji bo min her tişt e. Ger zimanê xwe ji bîr bikim ez ê her tiştê xwe ji bîr bikim."