Qeyûm parqa ku ji jinan re hatibû veqetanadin kir cafe 2022-05-15 11:25:47   ŞIRNEX - Qeyûmê Cizîrê, Parqa Sûrdîbî ku dema rêveberiya HDP'ê rojên çarşeman ji jinan re dihat veqetandin kir cafe.   Şaredariya Cizîrê ya Şirnexê, dema ku di bin kontrola Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de bû, di sala 2019'an de li Parka Sûrdîbî ya li kêleka Çemê Dîcleyê ji bo jinan qadekê çêkiribû û rojên çarşeman vê qadê tenê jinan re vediqetand. Ev qada ku ji jinan re hatibû veqetandin pîştî tayînkirina qeyûm hat girtin. Piştre jî qeyûm qedê kir cafe.   PÊŞÎ DESTKETIYÊN JINAN   Hevşaredara Cizîrê Berîvan Kûtlû ku qeyûm tayînî şûna wê hatiye kirin, vê helwesta li dijî qada jinan weke dijminatiya jinê nirxand û diyar kir ku wê ji bo destkeftiyên jinan heta dawiyê tebikoşin. Kûtlû, da zanîn ku piştî qad bûye cafe jin ji parqê vekişiyane û wiha got: "Dema ku me plana stratejiya 5 salan çêkir û danî pêşiya xwe, me xebatên jinan esas girtin. Lê dema ku qeyûm hat tayînkirin di serî de ev destkeftiyên me ji holê rakirin. Jin mamosteya civakê ye. Jineke azad dikare civakê azad bike. Ji ber vê yekê heta ji destê wan tê êrişî destkeftiyên jinan dikin. Lê em ê li dijî van hemû êrişan tekoşîna xwe bidomînin."   'WÊNEYA FERASETA QEYÛM'   Kûtlû, desnîşan kir ku qeyûm destketiyên jinan ji holê radike û qadên jiyanê li jinan teng dike û ev tişt got: "Ev park wêneyekî feraseta qeyûm e. Qeyûm çi ye, çawa tê birêvebirin, em dikarin di vê parqê de bibînin."