Jinên Silopiya: Li herêmê hêzên paramîlîter jinên kurd dikujin 2022-05-17 09:52:10   ŞIRNEX - Jinên Silopiyayê bertek nîşanê qetilkirina Sakîne Kultur dan û destnîşan kirin ku li herêmê hêzên paramîlîter jinên kurd dikin hedef û bang kirin ku divê li dijî qetilkirina jinan û polîtîkayên şer ên taybet têkoşînek bi rêxistinbûyî were dayîn.   Li navçeya Silopiya Şirnexê di 13’ê gulanê de Sakîne Kultur (40) ji hêla Serokê Ocaxên Tevgera Taybet a Şirnexê Îbrahîm Barkin ve bi îşkenceyê hatibû qetilkiribû. Bertekên jinan ên li dijî qetilkirina Kultur roj bi roj zêdetir dibin. Jinên Silopiyayê ji bo protestokirina qetilkirina Kultur meşiyabûn û banga têkoşînê kiribûn. Jinên Silopiya derbarê qetilkirina Kultur de axivîn û banga têkoşîna li dijî polîtîkayên kuştina jinan kirin.    ‘DIVÊ KUJERÊN SAKÎNEYÊ HESAB BIDIN’    Jinmama Kultur, Hatîce Kultur destnîşan kir ku divê kujerên Sakîneyê hesab bidin û li ser mijarê were rawestandin û got: “Divê pêşî li kuştina jinan were girtin. Em dixwazin li ser vê mijarê were sekinandin. Sakîne bi awayekî hovane hat qetilkirin û tu jin vê tiştê qebûl nake.”    Helziye Kultur jî kuştina Kultur şermezar kir û bertekên xwe wiha anî ziman: “Pêwîste tu jin vê qetilkirinê qebûl neke û hemû rabin ser pêyan. Qetilkirina jinan nayê qebûlkirin. Êdî bes e ku jin tên kuştin. Ewlehiya jinan nema ye. Em ê dengê xwe bilindtir û têkoşîna xwe mezintir bikin û heqê Sakîneyê li erdê nehêlin. Doza Sakîne doza hemû jinan e.”   ‘HÊZÊN PARAMÎLÎTER JINÊN KURD DIKUJIN’    Leyla Aykal jî diyar kir ku hêzên paramîlîter jinên kurd dikin hedef û ev polîtîkayên li dijî jinan li herêmê zêde bûne. Leyla destnîşan kir ku ew ê bi têkoşîn û rêxistnbûyîna xwe dê pêşî li polîtîkayên şerê taybet ya li ser jinan bigirin û wiha axivî: “Bêguman li her deverê polîtîkayên li ser jinan hene. Lê belê li herêmê li dijî jinên kurd bi destê kesên ku pêwendiya wan bi dewletê re heye jinan dikin hedef. Wekî li Êlîhê Îpek Er, li Dêrsimê Gulistan Doku û îro jî li Silopiyayê Sakîne Kultur ji aliyê hêzên dewletê ve hat qetilkirin. Yên ku jinên kurd qetil dike, gişt AKP’yî ne. Sakîne jî ji hêla kesên ku girêdayî bi hêzên mîlîtarîst ve ne hat qetilkirin. Em ê ji kujeran hesab bipirsin.”   ‘LI PAŞ KUJERÊ SAKÎNEYÊ KÎ HEYE?’    Emîne Alkiş da zanîn ku ew bang li hemû jinên Silopiya û herêma Botanê dikin ku li dijî tundî, kuştin û îstîsmarkirina jinan rabin û wiha got: “Em kuştina jinan qebûl nakin. Divê xelkê Silopiyayê û Botanê li dijî van êrîşên li ser jinê dengê xwe bilind bike. Ew kes çawa ewqas bi rehetî diçe û Sakîneyê bi awayekî hovane qetil dike. Kujer vî cesaretî ji ku digire. Em dipirsin li paş wî kî heye. Em vê kuştinê qebûl nakin û em ê heya dawiyê doza wê bikin.”    ‘JIN DARA JIYANÊ YE’    Cîrana Kultur, Asya Tay jî diyar kir ku ew ê doza hemû jinên ku tên qetilkirin dê bipirsin û got: “Em kuştina Sakîneyê nalet dikin. Em naxwazin jin werin kuştin. Sakîne 4 sal bû cîrana me bû. Em gelek pê êşiyan. Jin dara jiyanê ye. Êdî bes e jin ne ji bo qetilkirinê ne. Em ê vê kuştina hovane li ba tu kesî nêhêlin.”