Li Wan, Amed, Dîlok, Riha Enqere û Dersimê jinan got: Em ê her hebin 2018-03-08 13:52:08   NAVENDA NÛÇEYAN -  Bi hezaran jin li Dîlok, Riha, Wan, Amed, Enqere, Mêrdîn, Şirnex û Dersimê daketin kolanê û dirûşmeya “Em hebûn, em hene û em ê hebin” berz kirin. Jinan berxwedana Efrînê silav kirin û diyar kirin ku li pişt gelê Efrînê ne.    Polatforma Jinan a Demorkatîk a Dîlokê bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li Parka Yeşîlsu daxuyaniya çapemeniyê li dar xist. Endamên KESK, SYKP, ODP, HDP, DBP û EMEP’ê û bi sedan jin beşdar bûn. Jinan pankarta “Em hebûn, em hene û em ê hebin” û “Em li pey mafên xwe ne” vekirin. Li ser navê jinan Sekretra Şaxa BES’ê Sevgul Ozdemîr daxuyanî da û diyar kir ku ji bo ew li cîhanek adil, wekhev û azad bijîn rizgariya jiyankirinê di destê jinan de ye û ew ê tundî, kuştin, îstîsmar û cudakariya li ser jinê qebûl nekin. Ozdemîr got ku ew ê li dijî her cûre tundî û êrîşan li ber xwe bidin.    Piştî daxuyaniyê jinan stranên kurdî û tirkî strandin û govend gerandin. Jinan dirûşmeyên “Em hebûn, em hene û em ê hebin” û “Jin jiyan azadî” berz kirin.    RIHA    Platforma Jinan a Bajêr a Rihayê jî bi civîna çapemeniyê peyama “Em hebûn, em hene û em ê hebin” dan. Civîn li avahiya Şaxa Egîtîm Senê ya Rihayê pêk hat. Polîsan nasnameyên jinên hatin civînê kontrol kir û pirsên balkêş ji jinan kir. Hatîce Çevîk û hevjînê xwe Îzzet Çevîk ên ku keça xwe di teqîna Garê ya Enqereyê de winda kirin, endama Meclîsa CHP’ê Yildiz Erbîl Aydinlik, Seroka Baskên Jinan a CHP’a Halîliyê Burçak Onder û gelek jin beşdarî civînê bûn.    Hevseroka Şaxa Egîtîm Senê ya Rihayê Leyla Mumin li ser navê jinan daxuyanî xwend û destnîşan kir ku Rewşa Awarte tundiya li ser jinan rewa kiriye û polîtîkayên bi riya KHK’ê yên jinan feqîr dike û cuda dike xistne meriyete. Mumîn anî ziman ku ew ê gotinên xwe bêjin û gav paş de neavêjin. Mumîn banga rawestandina rojek jiyanê li tevahiya cîhanê kir.    ANTALYA     Platforma Jinan a Antalya bi boneya 8’ê Adarê li avahiya Sendîkayên Kedkarên Buroyê (BES) civîna çapemeniyê li dar xist. Gelek jin beşdarî civînê bûn û slogana “Jin jiyan azadî” berz kirin. Endama Platformê Aynur Seyrek axivî û behsa dîroka 8’ê Adarê kir da zanîn ku ew ê wek jinan li dijî her cûre binpêkirin, tundî û êrîşan mafê jiyanê biparêzin û ew ê destûr nedin faşîzma AKP-MHP’ê.    Daxuyanî bi çepik û berzkirina dirûşmeyan xelas bû.    MÊRDÎN    Di rasthatina heman rojê Platforma Şahmaran a Jinan a Mêrdînê jî li navçeya Qoserê şahiya 8’ê Adarê li dar xist. Şahî li kêleka Otobara Navbajaran pêk hat. Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Dîlek Ocalan, Dayikên Aştiyê, rêveberên jin ên HDP, DBP û CHP’ê û gelek jin beşdarî şahiyê bûn.    ‘JIN, JIYAN, AZADÎ’NİN SUSMADIĞI ALANDA HALAYA DURDULAR!   Dika şahiyê bi nepox û paçên xemrî xemilandin û jin jî bi şalên xwe yê xemrî beşdar bûn. Jinan bênavber dirûşmeya “Jin jiyan azadî” berz kirin û dovîzên balê kişandin ser tundî û êrîşan li ser jinan bilind kirin.    Şahî bi strandina awazên Koma Qurbano dest pê kir û jinan jî li gel stranan lîland û dirûşm berz kirin. Polîsan derdora cihê şahiyê dorpêç kir û sekvanan jî danîn ser avahiyên bilind. Drone jî li hewa firandin û bênavber dîmen kişandin.    OCALAN: JIN RIYA BERXWEDANÊ DIBIJÊRIN    Di şahiyê de Dîlek Ocalan axivî û bi silavkirina jin û parlamenterên girtî dest bi axaftina xwe kir. Ocalan got: “Em ji Qoserê dibêjin em ê têkoşîn û berxwedana jinê dewam bikin. Tevahiya jinan li dijî zilm û zextan riya berxwedanê dibijêrin.”    Piştî axaftina Ocalan, nameya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven hat xwendin. Şahî li gel gerandina govendê bi dawî bû.    ŞIRNEX    Li Şirnexê jî li Salona Konferansê ya Mehmet Tunç û Asya Yuksel a avahiya HDP’a Şirnexê şahî hat li darxistin. Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Aycan Îrmez û endam û rêveberên HDP’ê û DBP’ê û gelek jin beşdarî şahiyê bûn. Jinan kinên herêma Botanê li xwe kirin û eleqeyek baş nîşanî şahiye dan. Jinan bênavber dirûşmeyên “Jin jiyan azadî”, “Bijî berxwedana zîndanan” û “Bijî berxwedana Efrînê” berz kirin. Rêzgirtin hat girtin û peyamên jinên girtî ku ji girtîgehê şandin hat xwendin.    Parlamenter Îrmez axivî û got ku ew 8’ê Adara hemû jinên Efrînê û hemû jinên li ber xwe didin pîroz dikin. Şahî bi bi strandina Koma Jinên Azad û coşa jinan bi dawî bû.    ENQERE    Li Enqereyê jî jinan li Parka Kurtuluşê 8’ê Adarê pîroz kir. Li gel hemû dorpêça polîsan jî jin hatin qadê û pankarta “Em bi piştevaniyê xûrtir dibin û jiyanê birêxistin dikin” vekirin. Balkêş bû ku gelek jin rengên xemrî, sor, kesk, zer li xwe kiribûn û beşdarî çalakiyê bûn. Jinan bi pankart û dovîzên rakirin îstîsmar, tundî û êrîşên li ser jinan şermezar kirin. Jinan bertek nîşanî polîtîkayên hikûmetê yên rê li ber îstîsmarkirinê vedikin da. Her wiha jinan wêneyên Fîgen Yuksekdag, Gultan Kişanak û Sebahat Tunce hildan.    Di çalakiyê de li ser navê jinan ji Platforma Jinan a Enqereyê Gulşah Ozturk axivî û polîtîkayên hikumetê yên li dijî jinan şermezar kir û got ku dê jin bi hêza xwe vê tabloya bixeter biguherînin.    Piştî pêşandana Skeçê, baran barî. Lê jinan guh neda baranê û li gel strana “Çi ji te re û çi ji kê re ye” reqisîn û 8’ê Adarê bi coş pîroz kirin.    DERSIM    Li Dersimê jî di pêşengiya Platforma Jinan a Dersimê de bi sedan jin li Qada Seyit Riza kom bûn û 8'ê Adarê piroz kirin. Jinan di bin barana zêde de bi coşek mezin pîrozbahî pêk anîn. Polîsan pankarta Jinên HDP’î ya “Jin jiyan azadî” asteng kir û destûr neda têxin qadê. Lê piştî israrara jinan, pankart xistin hundir. Jinan li qadê bê navber silogana “Jin jiyan azadî” berz kir.    Li ser navê Platforma Jinan a Dersimê endama Platformê Nurşat Yeşîl daxuyanî da û 8'ê Adarê li hemû jinan pîroz kir û diyar kir ku têkoşîna azadî, wekhevî û berxwedanê ye.    Piştî daxuyaniyê jinan li ber def û zurneyê govend gerandin. Pîrozbahî bi govend û siloganan bi dawî bû.