Jinan bertek nîşanî doza girtinê ya KCDP’ê dan: Dozeke derhiqûqî ye 2022-06-01 13:21:23 STENBOL - Beriya danişîna ewil a doza girtinê ya KCDP’ê, jin li pêşiya Edliyeya Stenbolê kom bûn û diyar kirin ku doza hatiye vekirin dozeke neheq û derhiqûqî ye.  Bi îdiaya “Xebatên li dijî qanûn û exlaqê dikin” doz li Platforma Em ê Pêşî li Cînayetên Jinan Bigirin (KDCDP) hatibû vekirin. Danişîna ewil a dozê li 13’emîn Dadgeha Hiqûqî ya Giştî ya Stenbolê hate dîtin. Endamên KCDP’ê beriya danişînê hatin ber Deriye C û bi beşdariya gelek parêzeran daxuyaniyek dan. Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Gel a Komarê (CHP), Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP), nûnerên gelek rêxistinên civaka sivîl û komîsyonên jinan ên gelek baroyan di daxuyaniyê de amade bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Kes nikare Platforma Em ê Pêşî li Cînayetên Jinan Bigirin bi dozên derhiqûqî bigire” hatibû vekirin û dirûşma “Dê tu carî bi tenê nemeşî” hate berzkirin.    ‘DOZEKE NEHEQ Û DERHIQÛQÎ YE’    Ji damezirînerên KCDP’ê Gulsum Kav bertek nîşanî doza girtinê da û wiha got: “Jinên ku îro li pêşiya edliyeyê kom bûyîn, ev doz vala derxistin. Bi sala ye jin ji bo jin û zarokên rastî neheqiyê hatibûn dihatin pêşiya edliyeyê. Em xemgînin ku îro ji bo doza girtina komeleya xwe hatine vê derê. Ev doz, dozeke neheq û derhiqûqî ye.”   ‘JI JINÊN RÊXISTINKIRÎ NEFRET DIKIN’    Parlamentera CHP’ê Gamze Taşçier jî diyar kir ku KCDP yek ji dengên herî xurt a têkoşîna jinan e û desthilatdarî bi vî awayî hewl dide pêşî li ber têkoşîna jinan bigire. Taşçier, mdiyar kir ku kî çi dike bila bike dê nekarin pêşî li ber têkoşînan bigirin. Parlamentera TÎP’ê Sera Kadigîl jî anî ziman ku ev doz, dozeke siyasî ye û desthilatdarî ji jinên rêxinkirî nefret dike. Kadigîl, daxuyand ku dê KCDP’ê bi tenê nehêlin.    ‘EM SERÎ NETEWÎNIN’   Di daxuyaniyê de parlamentera HDP’ê Oya Ersoy jî bi lêv kir ku kesek dê nekare jinan bêdeng bike û wiha bertek nîşan dan: “Dê nekarin têkoşîna me ya wekhevî û azadiyê bi dawî bikin. Du sedemên êrişên wan hene; yek jê zîhniyeta wan a paşverû û zayendperest û ya din jî tirsa wan a ji têkoşîna me ye. Li pêşiya civaka dixwazin ava bikin astengiya herî mezin, têkoşîna me ye. Lewma hedef digirin. Lê em ê netirsîn, bêdeng nemînin û serî li ber wan netewînin.”   Piştî axaftina Ersoy, gelek parêzer jî axivîn û bertek nîşanî doza girtinê dan. Di dema daxuyaniyê de jinan gelek caran dirûşm berz kirin û çepik lê dan. Piştî daxuyaniyê jî jin derbasî eywana danişînê bûn. Ji ber hejmara zêde ya jin û parêzeran, danişîn veguhestin eywana 27’emîn Dadgeha Cezayên Giran.