‘Bila budçeya şer ji bo pêşîlêgirtina tundiya zilam û dewletê bê veqetandin’ 2022-06-04 10:51:00   ENQERE - Jinên endam û rêveberên HDP’ê diyar kirin ku divê jin li dijî şer xwe bi rêxisitn bikin û budçeya ji bo şer tê veqetandin divê ji bo pêşîlêgirtina tundiya zilam û dewletê bê veqetandin.    Siyaseta şer a bi hevkariya AKP-MHP’ê tê meşandin, di jiyana jin û zarokan de gelek tesîrek neyînî dike û ev tesîr kûrtir dibe. Koçberî, xizanî tenê çend mînakên bandora şer a li ser jiyana jinan û zarokan e. Hevseroka Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Enqereyê Perîhan Pakîze Sînemîllîoglû û Endama Meclisa Jinan a HDP'ê Sultan Ozcan diyar kirin ku budçeya ku ji bo şer tê terxankirin divê ji jin û zarokan re bê veqetandin.    ‘ÎKTÎDAR HER KU TENGAV DIBE ŞER DERDIXE’    Sînemîllîoglû anî ziman ku desthilatdariya AKP-MHP'ê krîz kûrtir kiriye û hikûmet ji şer dixwe û xwe li ser pêya digire. Sînemîllîoglû destnîşan kir ku îktidar bi nêzîkbûna hilbijartinê re hewl dide bi şer hebûna xwe ji nû ve ava bike û bi hêz bike û got: “Bedêla herî mezin a şer zarok û jin didin. Ji sedî 20’ê bûdçeya sala 2022’yan a Tirkiyeyê ji bo pergala şer û parastinê hatiye xerckirin. Ev 20 sal in vê polîtîkayê didomînin. Dîtin ku hatin dawiya rê, dîsa serî li şer dan. Ji ber ku desthilatdariya AKP-MHP’ê xitimî ye, dîsa serî li şer dide, dîsa bombe bi ser gelê kurd de dibarîne.”   ‘ŞER XWE LI SER BEDENA JINAN BI RÊ VE DIBE’    Sînemîllîoglû anî ziman ku şer bi birçîbûn, xizanî û bedena jinan xwe dide nîşandan û wiha got: "Çend sal berê derketin qadan û gule nîşanî wan dan û gotin, 'Hûn dizanin fîşekek çiqas e?’ Gotin, ‘Ewlekarî ji me re girîng e’. Wan ewlehiya xwe danî pêşiya xwe. Bihayê ceyrana qesra hezar û 100 odeyî ya rojane 60 hezar TL ye."    HEVGIRTIN Û TÊKOŞÎN    Sînemîllîoglû bal kişand ser têkoşîna hevpar û wiha got: “Em ê bi jinan re piştevaniyê bihûnînin. Em ê li dijî berjewendî û şer bisekinin û têkoşînê kûrtir bikin. Em ê bi hev re li dijî desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê, rant, talan û krîzê bisekinin.”   ‘BANDORÊ LI SER JINAN DIKE’    Endama Meclisa Jinan a HDP’ê Sultan Ozcan diyar kir ku bandora şer a li ser jinan piralî ye û wiha axivî: “Şer, koçberî, talana xwezayê, ketina milîtarîzmê nav malan û tundiyê bi xwe re tîne. Siyaseta şer û israra di şer de ne tenê şer di heman demê de rejîmên otorîter ên li ser tundiyê hebûna xwe didomînin. Ev jî bi awayekî kûr û bi pergal li ser jinan dide xuyakirin. Şer talanê bi xwe re tîne. Budçeya ji bo şer tê veqetandin, divê ji bo pêşîlêgirtina tundiya zilam û dewletê were veqetandin û ji bo stargehên ji bo îstihdamkirina jinan were veqetandin. Bi vî awayî pergalek nû dikare were avakirin.”   ‘NÎŞANEYA WÊRANIYÊ YE’    Ozcan diyar kir ku şer bi her awayî jiyana jinan tarî dike û got: “Şer, koçberkirina jinan, penaberkirina jinan, kolekirina weke bazirganiya mirovan û şermezarkirina jinan, zewaca zarokan nîşana wê yekê ye ku şer wêraniyeke mezin e.”    ‘DIVÊ JIN XWE BI RÊXISTIN BIKIN’    Ozcan bal kişand ser qetlîam û newekheviya ku ji ber şerê li ser xweza û jinan hatiye afirandin û wiha got: “Şer hemû beşan dorpêç dike û li pêşiya azadiya raman û rêxistinbûnê asteng dike. Armanca wê ew e ku hemû bermahiyên demokrasiyê ji holê rabike. Divê jin li dijî siyaseta şer xwe bi rêxistin bikin. Lazim e jin li dijî şer têkoşîna hevpar ava bikin û têkoşîna xwe mezintir bikin. Berpirsiyarek wiha ya jinan heye.”