Bi 'tatbîqetê' zextê li girtiyan dikin 2022-06-08 10:09:14 AMED - Alîkara Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Ezgî Sila Demîr, diyar kir ku li Girtîgeha Jinan a Amedê di bin navê "tetbîqatê" de zext li rojnamegeran tê kirin û xwegihandina amûrên paqijiyê ya girtiyan tê astengkirin û got ku derbarê binpêkirinên li girtîgehê pêvajoya hiqûqî dane destpêkirin.  Li Girtîgeha Jinan a Amedê, binpêkirinên mafan ên li dijî jinên girtî roj bi roj zêde dibin. Girtiyan, bi rêya telefonê ji malbatên xwe re ragihand ku di rojên dawîn 15 gardiyanan tetbîqatên êrişê kirine. Malbatên girtiyan, derbarê mijarê de serî li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê dan û piştgiriya hiqûqî jê xwestin. Li ser serlêdana malbatan Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Amedê di cih de çavdêrî kir. Piştî çavdêriyan derket holê ku di bin navê "tetbîqetê" de zext li girtiyan hatiye kirin, azadiya ramanê hatiye bisînorkirin, qadên girtiyan ên razan û lixwekirina kincan qamera hatine bicihkirin, pirtûkan nadin girtiyan, xwarina didine girtiyan hatiye kêmkirin, axaftina bi telefonê ya  girtiyan bi 10 deqeyan hatiye bisînorkirin û ji bo berdena bikontrol şerta 45 pûan hatiye diyarkirin.    Alîkara Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Ezgî Sila Demîr ku di heman demê de endama Komîsyona Girtîgehan e, derbarê binpêkirinên mafan ên li girtîgehê de axivî û nirxandinan kir.   DÎMENÊN GIRTIYAN DIGIRIN   Ezgî Sila Demîr, da zanîn ku serdana Girtîgeha Jinan a Amedê kirine û diyar kir ku li girtîgehê bi hinceta budçeya kêm û krîza aborî xwarina girtiyan kêm kirine û wiha got: "Bihayê xurekên li qantînê jî zêde kirine. Bi taybetî girtî xwegihandina amûrên paqijiyê de pirsgirêkan dijîn. Berê bi hinceta pandemiyê aktîvîteyên civakî dihatin astengkirin niha jî zehmetî tên derxistin. Tenê girtiyên li odeyan dimînin derdixin aktîvîteyên civakî. Girtiyên li qawişan dernaxin. Cihêkariyê dikin nav girtiyan. Pergala qamerayê ya derve û hundir çêkirine. Bi pergala hundir dîmenên cihên taybet digirin. Dema kinc lixwekirinê dîmen tên girtin. Ev bûye sedama aciziyeke mezin."   TETBÎQET    Di berdewamê de Demîr, derbarê tetbîqeta ku li girtîgehê pêk hatibû de jî ev tişt anî ziman: "Di bin navê tetbîqetê de hin personelên girtîgehê weke girtiyên siyasî hatine nîşandan û dûrişmeyên "zext nikarin me têk bibin" berz kirine; dema ev hatiye kirine personelên din jî êrişê wan kirine. Ev jî hêmayeke zextê ye. Ji bo pêşxistina hêmayên zextê perwerde didin. Rewşeke bi vî rengî heye."    PERGALA PÛAN   Demîr, bi lêv kir ku ji bo berdana bikontrol jî pergaleke pûanê hatiye amadekirin û ji bo sûdwergirtina girtiyan a ji vê pergalê divê girtî di navbera 85-100 pûanî bigirin û ev tişt anî ziman: "Ne zelal e ku ev li gorî çi tê diyarkirin. Ji ber ku ne zelal e; bi taybetî jî ji bo girtiyên siyasî 45 pûan didin û sûdgirtina wan a ji berdana bikontrol asteng dikin. Di hêla kincan de cihêkarî li jinên girtî tê kirin. Bi angaşta propagandayê qarşî rengên kincan dibin. Pedên ku ji bo dema edetê ji bo jinan gelek girîng jî asteng dikin û cihêkariyê li jinên girtî dikin."   Di dawiya axaftina xwe de Demîr, destnîşan kir ku li dijî van binpêkirinan pêvajoya hiqûqî dane destpêkirin.   MA / Eylem Akdag