Meclîsa Jinan a HDP’ê giliyê Erdogan kir 2022-06-08 15:03:07   ENQERE - Meclîsa Jinan a HDP’ê derbarê axaftina heqaretê ya Serokkomarê AKP’î Erdogan a di demên dawî de li dijî çalakvanên tev li Berxwedana Geziyê bûbûn de gilî kir.    Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Serokkomarê AKP’î Recep Tayîp Erdogan gilî kir. Meclîsa Jinan a HDP’ê, endamên Platforma Jinan a Enqereyê û parlamenterên HDP’ê serî li Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê dan û bi hincetên “heqaret”  “Bi aşkerayî sûc dide kirin” , “Gel li dijî hev sor dike” û “Peywîra xwe bi nebaşî bikaraniye” bi daxwaznameyên sûc gilî kir.    Jinan di daxwaznameya xwe de diyar kir ku Erdogan di axaftina xwe de ‘rêgeza wekheviyê’ û “qedexeya cihekariyê” binpêkiriye.   ÎZMÎR    Jinên ji navçeya Karabûrûn a Îzmîrê jî çûn Edliyeya Karabûrûnê, bi heman sûcdariyan giliyê Erdogan kirin.